Komploya 15’ê Sibatê li Helebê hat protestokirin

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Helebê hat şermezarkirin.

10 sibat, 2025   14:53
HELEB

Bi boneya nêzîkbûna salvegera 26’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan (15 Sibat), Meclisa Jinan a PYD’ê li Çerxerêya Zeytûn a li taxa Eşrefiyê ya Helebê çalakiyeke protestoyî li dar xist. Bi dehan kes beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin vekirin.

Di çalakiyê de axêveran Komploya Navneteweyî şermezar kir û diyar kir ku komplo negihaşt serî, ji ber ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê belav bûne.

Di axaftinan de berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê hat silavkirin û hate diyarkirin ku projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, mafên hemû pêkhateyan mîsoger dike û ewlehiyê pêk tîne.

Piştî axaftinan li qeyda dengê Rêber Abdullah Ocalan hat guhdarîkirin û dirûşmên bi banga azadiya wî ya fîzîkî hatin berzkirin.

(bb)

ANHA