Ji Hesekê peyamên piştgiriya QSD’ê û diyalogê

Rêveber û endamên partiyên siyasî, şêx û eşîrên herêmê û kesayetên olî yên ji hemû mezheban, bi daxuyaniyekê bertekên tund li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nîşan dan û piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan da.

Ji Hesekê peyamên piştgiriya QSD’ê û diyalogê
Ji Hesekê peyamên piştgiriya QSD’ê û diyalogê
Ji Hesekê peyamên piştgiriya QSD’ê û diyalogê
Ji Hesekê peyamên piştgiriya QSD’ê û diyalogê
Ji Hesekê peyamên piştgiriya QSD’ê û diyalogê
Ji Hesekê peyamên piştgiriya QSD’ê û diyalogê
Ji Hesekê peyamên piştgiriya QSD’ê û diyalogê
Ji Hesekê peyamên piştgiriya QSD’ê û diyalogê
Ji Hesekê peyamên piştgiriya QSD’ê û diyalogê
10 sibat, 2025   15:37
HESEKÊ

Bi pêşengiya Partiya Muhafazakaran, endamên û rêveberên partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran û kesayetên olî yên ji hemû mezheban li ber Avahiya Dadê (Qesir El Edlî) ya li bajarê Hesekê kom bûn û daxuyaniyek da. Di kombûnê de pankartên "Em hemû QSD ne" û "QSD azadiya me ye" hatin vekirin. 

Cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Muhafazakaran Ekrem Mehşûş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi QSD’ê hate kirin û hate bibîrxistin ku QSD hemû pêkhateyên herêmê dihewîne, herêm ji terora DAIŞ’ê xilas kir û di rêya rizgarkirinê de xwîna gelê Sûriyeyê di şerê azadî û rûmetê de tevlihev bû.

‏Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em bi navê partî, êl, pêkhate û civaka sivîl piştgiriya xwe bi QSD’ê re radighînin. Ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, piranî, nenavnedî em piştgiriyê didin diyalogên nîştimanî yên di navbera QSD û hikumeta demkî ya Şamê. "

Di dawiya daxuyaniyê de ev peyam hate dayîn: "Erkên me dijwar in û armancên me bilind in. Em teqeziyê li ser girêdana gotin û kirinan dikin, da ku karibin Sûriyeke di warê siyasî, aborî û îdarî de ava bikin ku her kes bi maf û erkan wekî hev be."

Her wiha li ser navê tevahî oldar, bawariyan û pêkhateyên kantona Cîzirê peyamên piştgiriyê bi QSD’ê re û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê hatin dayîn.

(zş/bb)

ANHA