ˊJi bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em tiştên herî biha feda bikinˊ

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi dilgermî avêtina îmzeyên xwe pêşwaz kir.

22 sibat, 2024   16:44
HELEB

Di çarçoveya hemleya Însiyatîfa Gel a ku di 10'ê Sibatê de li dar xistiye de, Komîteyên komkirina îmzeyan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê xebatên xwe didomînin. Li hember wê şênî bi dilgermî pêşwaziyê dikin.

Komîteyên ku ji endamên sazî û partiyên sivîl, komîn û meclisan pêk tên li 3 xetên herdu taxan ji saet 12'ê nîvro heta 4'ê êvarê îmzeyan kom dikin. Li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd xeta şehîd Gelhat, li rojavayê taxa Şêxmeqsûd xeta şehîd Rûbar Qamişlo û li taxa Eşrefiyê xeta şehîd Cengîz komîteyan îmze kom kirin.

Komîteya li xeta şehîd Rûbar Qamişlo îro komkirina îmzeyan bi dawî kir. Komîteyên din jî yên li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd û taxa Eşrefiyê komkirinê didomînin.

Şênî bi dilgermî pêşwaziya komîteyan dikin û hêviyên xwe yên pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tînin ziman.

Şeban Cemal Hemade yê ji pêkhateya Ereb ku li rojavayê taxa Şêxmeqsûd dijî ji ajansa me re wiha axivî: "Pêwîstiya me bi Rêbertî heye. Em dixwazin wî azad bibînin. Em dixwazin ew azad bibe. Em bi saya fikrên wî li vir bira ne. Pêwîst e em wek gel ruhê xwe ji bo wî feda bikin. Heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî em serî natewînin."

(mh)

ANHA