Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya Iraqê: Danûstandinên bi Tirkiyeyê re ne cidî ne

Serokê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya Iraqê Elewî El Mihemedawî diyar kir ku danûstandinên bi dewleta Tirk a dagirker re yên li ser avê ne cidî ne. El Mihemedawî girîngî da beşdarkirina parêzgehên başûrê Iraqê di danûstandinan de.

Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya Iraqê: Danûstandinên bi Tirkiyeyê re ne cidî ne
22 îlon, 2025   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya Iraqê Kerîm Elewî El Mihemedawî bang li hikumeta Iraqê û Wezareta Karên Derve kir ku nûnerên parêzgehên başûrê Iraqê jî di danûstandinên li ser avê de yên bi dewleta Tirk a dagirker re beşdar bikin.

El Mihemedawî diyar kir ku ew danûstandin ne cidî bûn û diyar kir ku metirsiya li ser parêzgehên başûrê Iraqê her diçe zêde dibe.

El Mihemedawî diyar kir ku divê parlamento civîneke tayber ji bo nîqaşkirina vê pirsgirêkê li dar bixe û tê de wezîrên derve û avê beşdar bike.

Ev çend sal e dewleta Tirk a dagirker ava Dîcle û Firatê bi awayekî derqanûnî ji ser Iraqê qut kiriye û vê yekê ji bo zextkirina li Bexdayê bi kar tîne.

(mh)