Di bersivandina êrişa li dora Şêxmeqsûdê de 3 çekdar birîndar bûn

Di bersivandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a êrişa çekdarên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê li dijî bendeke wan li dora taxa Şêxmeqsûd a Helebê de, gelek çekdarên Hikumeta Veguhêz birîndar bûn.

Di bersivandina êrişa li dora Şêxmeqsûdê de 3 çekdar birîndar bûn
22 îlon, 2025   20:24
HELEB

Nûçegihanê me li Helebê ragihandin ku çekdarên Hikumeta Veguhêz, êriş bendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a dora taxa Şêxmeqsûdê kir. 

Nûçegihanê me da zanîn ku êriş ji aliyê çerxerêya Şîhan ve hatiye û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersivandine.

Nûçegihanê me bi bîr xist ku li gorî agahiyên pêşîn, heta niha 3 çekdar birîndar bûne. Hêzên Ewlekariya Hundirîn dronekeke çekdaran xistin xwarê û erebeyên wan desteser kirin.

(şx)

ANHA