Komîteya amadekar hişyarî da: Di merasîma cenaze de guleyan neteqînin

Komîteya amadekar a merasîma cenazeyê fermandar Nûreddîn Sofî, diyar kir ku karwanê cenaze niha nêzî Qamişlo bûye û ji hemû welatiyan xwest ku di pêşwazîkirinê de guleyan neteqînin.

Komîteya amadekar hişyarî da: Di merasîma cenaze de guleyan neteqînin
12 tebax, 2025   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Karwanê seyareyan ê ku cenazeyê yek ji pêşengên şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Suriyê Fermandar Nureddîn Sofî ku serê sibehê ji bajarê Dêrikê derketibû rê, nêzî bajarê Qamişlo bûye.

Komîteya amadekar a merasîma cenaze, diyar kir ku ji Dêrikê heta Qamişlo li hemû bajaran pêşwazîkirinek hêjayî şehîdan çêbûye û xwest kul i Qamişlo jî heman hesasiyet were nîşandan.

Komîteyê ji hemû welatiyan xwest ku di pêşwazîkirinê de guleyan neteqînin.

(a)