Dayika şehîd Koçero: Çi serfiraz im ku min ewladekî wiha mezin kiriye

Dayika şehîd Koçero Urfa diyar kir ku ew bi kurê xwe serbilind e û got “Çi serfiraz im ku min ewladekî wiha mezin kiriye.”

Dayika şehîd Koçero: Çi serfiraz im ku min ewladekî wiha mezin kiriye
12 tebax, 2025   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û fermandarê gerîla şehîd Metîn Arslan (Koçero Urfa) li taxa Amara ya navçeya Xelfetî ya Rihayê taziye hatiye danîn.

Di roja destpêkê de girseya gel serdana malbatê kir.

Dayik şehîd Koçero Urfa Fadîle Arslan anî ziman ku 33 salan wê nekarî agahiyê ji kurê xwe wergire û got: "Mirov qala mirovatiya Metîn bike, wê têrê neke. Li Nîzîpê ma, li wir xwend, bi hevalên xwe re baş bû. Li Îzmîrê mafê xwendina zanîngehê bi dest xist, çû wê derê. 33 sal in min nekarî agahiyê jê werbigirim. Ez bi wî serbilind im. Çi serfiraz im ku min ewladekî wiha mezin kiriye."

HPG'ê di 11'ê Tebaxê de daxuyandibû ku fermandarê gerîla Koçero Urfa 4'ê Mijdara 2019'an di êrişeke hewayî de şehîd bûye.