Li Siwêdayê binpêkirinên agirbestê û bangên paqijkirina bajêr

Çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên bi navê "eşîran" agirbesta li Siwêdayê binpê dikin. Gelê Siwêdayê jî banga paqijkirina bajar kir.

Li Siwêdayê binpêkirinên agirbestê û bangên paqijkirina bajêr
Li Siwêdayê binpêkirinên agirbestê û bangên paqijkirina bajêr
Li Siwêdayê binpêkirinên agirbestê û bangên paqijkirina bajêr
22 tîrmeh, 2025   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî ku wezaretên parastinê û hundirîn ên hikumeta veguhêz ragihand ku rêya Şam-Siwêdayê girtiye, lê duh êvarê çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên bi navê "Artêşa Eşîran" agirbest binpê kir û şerekî dijwar li bajarê Şehba yê li bakurê Siwêdayê rû da. 

Li gorî çavkaniyên xwecih, çekdaran hewl da ber bi bajarokê Um El Zeytûn ve bi pêş de biçin, lê beriya bigihêjin eniyên şer, zirarên mezin bi wan bûn, loma nekarî bajarok derbas bikin. Hemwextî wê jî balafirên bêmirov ên Îsraîlê çekdar bombebaran kirin. Ji vê sibehê ve li gundewarên bajarê Siwêdayê car caran pevçûn derdikeve.

Nêzî 30 gundên Siwêdayê piştî pêla koçberiyê vala bûne. Ev gund ji aliyê çekdarên êrişkar ve hatin talankirin û şewitandin. Li gorî raporan, ev gund hîna ne ewle ne.

Der barê aliyê xizmetê de, çalakgerên ji Siwêdayê bang li şêniyan kir ku vegerin û tev li xebatên paqijkirina kolanên xwe bin û ji nû ve sererast bikin. Li hember van kiryaran jî tu şopandinek ji van binpêkirinan re tune ye.

Duh jî, bi dehan malbatên eşîrên Bedewî yên ji ber rageşiya leşkerî ya di 13ˊê Tîrmehê de dest pê kiriye koçberî Siwêdayê bûne, ber bi Derayê ve hatin derxistin. Di heman demê de malbatên dîtir ên eşîran jî di hundirê Siwêdayê de man; hin ji wan li gundewarên başûr û hin jî li navendên bicihkirinê yên li Şehbayê man.

(fr)