Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Çavdêran diyar kir nebûna beşdariya civakî û pirbûna pirsgirêkên siyasî û aborî, rê li ber çareseriyeke rastîn a li Sûriyeyê digirin. Çavdêran di heman demê de civîna serokê DYA û yê Çînê jî wek ceribandineke nû ya şiyana her du hêzan ji bo birêvebirina pêşbaziyê nirxand. Têkildarî Xezayê jî diyar kir ku agirbesta nazik, kûrahiya guhertinên di hevsengiya hêzê ya herêmî û navneteweyî de nîşan dide.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
31 cotmeh, 2025   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rewşa Sûriyeyê û astengiyên li pêşiya çareseriya siyasî û civakî, hevdîtina serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump û serokê Çînê Xi Jinping û agirbesta li Xezayê, rojevên îro yên rojnameyên erebî ne. 

‘DI RÊVEBIRINA SIYASETA SÛRIYEYÊ DE GENGAZÎ Û NEGENGAZÎ’

Rojnameya El Ereb destnîşan kir ku Sûriye îro di rêya xwe ya siyasî û civakî de li ser “xaçerêyeke girîng a di navbera gengazî û negengaziyê de ye”. Rojnameyê îşaret pê kir ku aloziyên navxweyî û tevliheviyên derveyî li pêşiya her hewldanek ji bo ji nû ve avakirina dewletê li ser bingehên nû, dibin asteng.

Li gorî rojnameyê; "Tiştê ku li Sûriyeyê mimkun e projeyek siyasî û civakî ya nazik e, ku ji hêla tengezariyên vegera saziyan, ji nû ve belavkirina çavkaniyan û vegerandina baweriyê di navbera pêkhateyên civakê de tê rêvebirin, ta avakirina qadên sînorkirî ji bo lihevkirina siyasî û civakî. Lê eger ev proje li ser esasê beşdariyeke rasteqîn û çalak a hemû beşên civakî bi taybet ciwan, ciwan û herêmê paşguhkirin ku binehên her pergaleke siyasî ya pirrengî û adilane ne, neyê avakirin, dibe ku biteqe."

Rojnameyê destnîşan kir ku astengiyên gengaz û negengaz di rêvebirina siyaseta Sûriyeyê de ji komeke dafikên bi hev ve girêdayî derdikevin û ev nirxandin kir: “Ev dafik siyasî, aborî û rewşenbîrîn ne ku şansên avakirin û aramiyê tevlihev dikin. Dahfika yekemîn nêrîna ku dibêjin çareseriyeke leşkerî dikare pevçûnê bi dawî bike û yekitiya neteweyî. Ev nêrîn xeternak ji ber ku rastiya ku tundûtûjî dabeşbûnê kûr dike û rê li ber aştiya mayînde digire paşguh dike. Dahfika duyemîn hesreta vegera li dewleteke navendî ya bi hêz e; tevî ku aloziya Sûriyeyê kûrahiya parçebûnê û pêdiviya li saziyên ku pirrengî, edalet û beşdariya siyasî îfade bike, lê xwepartina zêde li destwerdana derve şaştiyeke stratejîk e, ji ber ku rola xwecih di sazkirina çareseriyan îbtal dike û dihêle ku istiqrarê bi îradeyên hêzên derve ji berjewendiyên sûriyeyî ve girêdayî be.”

Rojnameyê ev li nirxandina xwe zêde kir: "Civaka Sûriyeyê îro di navbera xeyalên hêzê û sînordarkirinên rastiyê de dijî. Di heman demê de derfetên çareseriyên rastîn di bin zexta bêçalakiya siyasî û aborî de kêm dibin. Ji ber vê yekê,  arîşeya herî mezin ew e ku sûriyeyî bikaribin di navbera gengaz û ne gengaz de cudahî bikin û nêzîkatiyek rastîn ava bikin ku têkiliya di navbera dewlet û civakê de ji destwerdanên derveyî û xeyalên çareseriyek bilez ji nû ve pênase bike."

‘HEVDÎTINA TRUMP - JINPING Û PIŞTÎ WÊ?’

Rojnameya El Xelîc di rojevên xwe yên îro de bal kişand ser hevdîtina di navbera serokê DYA’yê Donald Trump û serokê Çînê Xi Jinping de. Rojnameyê da zanîn ku ji sala 2019’an de ev hevdîtina yekemîn e ku di navbera her du serokan de tê lidarxistin û îşaret pê kir ku hevdîtin di demekê de hat kirin ku têkiliyên di navbera her du welatan de ji ber şerê bazirganiyê û nakokiyên jeosiyasî aloz in.

Rojnameyê da zanîn ku her du serokan daxwaza xwe ya başkirina rewşê nîşan da û bi bîr xist ku Xi Jinping pesnê hewldanên Trump ên avakirina aştiyê li Xezayê û daxwaza wî ya avakirina têkikiyên durist de da.

Li gorî rojnameyê, tevî nezelaliyê jî hevdîtin hewl dide dawî li şerê bazirganiyê were anîn û têkiliyên aborî yên aramtir werin avakirin.

‘QANÛNA LÎSTIKÊ

Rojnameya El Beyan jî cih da rewşa Filistînê û diyar kir ku agirbesta li Xezayê dê ji ber sedemên bingehîn lawaz û ne mayînde be.

Rojnameyê da zanîn ku Hemas lîstikan dike, Îsraîl dereng dixe û Washington tevlihev e û wiha domand: "Di navbera hêdîbûna Îsraîlê ya li ser agirbestê û hewldanên wê yên temamkirina projeya xwe ya koçberkirinê û dudilîbûna rêveberiya Trump di pêkanîna zextan li ser wê de, agirbest bêtir wekî bêhnvedaneke demkî xuya dike."

Rojnameyê destnîşan kir ku “qanûna lîstika navneteweyî hatiye guhertin, êdî hebûna dualîtiya çekan û biryardanê di navbera dewlet û milîsan de nayê qebûlkirin, qonaxa pêş dê şahidiya ji nû ve xêzkirina hevsengiya rewabûn û serweriyê li herêmê bike”.

(bb)