'Komîsyon wê hefteya ewil a tebaxê dest bi xebatan bike'

Serokê Meclisa Tirkiye Numan Kurtulmuş ji bo komîsyona wê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li meclîsê bê avakirin de axivî û got wê hefteya ewil a tebaxê dest bi xebatan bike.

'Komîsyon wê hefteya ewil a tebaxê dest bi xebatan bike'
30 tîrmeh, 2025   19:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclisa Tirkiye Numal Kurtulmuş, ji bo Konferansa Serokên Parlamentoya Cîhanê ya Şeşemîn çû Cenevre ya Swîsreyê. Numan  Kurtulmuş li wir der barê komîsyona ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li meclisa Tikiyê bê avakirin de axivî û got, wê hefteya ewil a Tebaxê dest bi xebatan bike. Numan Kurtulmuş wiha got: “Bi berdana çekan re berpisyarî dikeve ser TBMM’ê. Wek hatiye plankirin pêvajo didome.Berdana çekan didome. Ev komîsyon wê bi pêvajoy çek berdanê re hinek sererastkirinên qanûnî bike. Ev ne zemînek ku nîqaşên polîtîk bê kirinê ye. Ev pêvajoyek ku 86 mîlyon gelê me bi hev re jib o ev pirsgirêk ji holê rabe bi fedekarî wê bixebiteye. Dema meclis vebe em ê hefteya ewil bikin bernameya xwe. Xebatên komîsyonê wê hefteya ewil a tebaxê dest pê bike.”