Ciwanek di girtîgehên hikumeta veguhêz de hat kuştin

Li gorî SOHR’ê ciwanek ji Sûriyeyê çend roj piştî vegera wî ya ji Almanyayê di girtîgehên hêzên hikumeta veguhêz de ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.

Ciwanek di girtîgehên hikumeta veguhêz de hat kuştin
30 tîrmeh, 2025   18:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ciwanek ji taxa Qabûn a Şamê ku li Almanyayê dima, dema serdana Şamê kir, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikumeta veguhêz ve hat kuştin.

Li gorî SOHR’ê, ciwanê ji Almanyayê vegeriya Şamê li nêzî Mizgefta Umewî hat binçavkirin û piştî çend rojan cenazeyê wî radestî malbata wî hat kirin.

Heman navendê diyar kir ku li ser cenaze şopên îşkence û kulman hebûn.

SOHR’ê diyar kir ku piraniya wan ji Humsê ne 45 kes di girtîgehên hikumeta veguhêz de jiyana xwe ji dest da.

(bb)