`Divê rewşenbîr banga Rêber Abdullah Ocalan bi ser bixin`

Di Korbenda Banga Aştiyê û Civaka Demokratîk de, ji bo biserxistina banga Rêber Abdullah Ocalan, gelek pêşniyar hatin kirin û bang li rewşenbîran hate kirin ku xwedî lê derkevin û roleke çalak bilîzin.

`Divê rewşenbîr banga Rêber Abdullah Ocalan bi ser bixin`
`Divê rewşenbîr banga Rêber Abdullah Ocalan bi ser bixin`
`Divê rewşenbîr banga Rêber Abdullah Ocalan bi ser bixin`
`Divê rewşenbîr banga Rêber Abdullah Ocalan bi ser bixin`
`Divê rewşenbîr banga Rêber Abdullah Ocalan bi ser bixin`
`Divê rewşenbîr banga Rêber Abdullah Ocalan bi ser bixin`
`Divê rewşenbîr banga Rêber Abdullah Ocalan bi ser bixin`
`Divê rewşenbîr banga Rêber Abdullah Ocalan bi ser bixin`
`Divê rewşenbîr banga Rêber Abdullah Ocalan bi ser bixin`
`Divê rewşenbîr banga Rêber Abdullah Ocalan bi ser bixin`
`Divê rewşenbîr banga Rêber Abdullah Ocalan bi ser bixin`
30 tîrmeh, 2025   20:34
HELEB

Malbenda Heleb a Rewşenbîrî ji bo nîqaşkirina banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêbr Abdullah Ocalan û berhema wî ya dawî ya bi navê "Aştî û Civaka Demokratîk", Malbenda Heleb a Rewşenbîrî li hola El Cezîrê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê “Korbenda Banga Aştiyê û Civaka Demokratîk” li dar xist. Endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl, her wiha rewşanbîr û nivîskar, çalakvan û lêkolînerên ji derveyî Sûriyeyê bi rêya qeydên bi dîmen tev li korbendê bûn. 

Beşa yekemîn a korbendê ji aliyê hevserokê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Ehmed Bîrhat ve birê ve çû ku der barê dîroka fikrê PKK`ê ji destpêkê ve, pêvajoyên têkoşînê û agirbestê yên tê re derbas bûne de, axivî.

Bîrhat got: “Tevger arizgariya Kurdistanê, li rêxistinbûyîn, rêbaz û têkilyên bi civakê re vegeriya. Xwe wek tevgereke civakî ya ku têkoşîna siyasî ya sivîl ji xwe re esas digire, ji nû ve saz kir. Rêbertî ev guhertin bi “qada sêyemîn” navand ku xurtkirina jinan û hawîrdora civakî ya dîrokî bingehên vê qadê ne.”

Piştre haziran têkildarî mijarê û banga Rêber Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” nêrînên parve kirin.

Çalakvanê emezîxî yê li Cezaîrê dimîne Şişnaq Şerîfî Rêber Abdullah Ocalan bi sembola azadiyê, edaleta civakî, aştiyê û demokrasiyê wesifand û wiha domand: “Avakirina hevjiyana azad, xurtkirina edaletê, wekheviyê di nava civakan de, di perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan re derbas dibin.”

Lêkolînera sanîstên civakî û lêkolînên Rojhilata Navîn, dozên jinan a ji Çînê ku li Fransayê dimîne, Yasmîn Huang pirtûka dawîn a Rêber Abdullah Ocalan a Menîfestoya aştiyê û Civaka Demokratîk nirxand û got: “Ev fikr, dikare aloziyên Rojhilata Navîn çareser bike, lewma netewdewletê bi bin ket û nekarî edaletê bi dest bixe. Ji wê zêdetir, şer, parçebûn û wêranî kûrtir kir.”

Li gorî Yasmînê, projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan a li ser hevjiyana azad ava bûye ji gelan re hêvî ye û aştiyê di civakan de disepîne.

REWŞENBÎR ÇAWA BEŞDARÎ QONAXÊN VEGUHERÎNÊ DIBIN!

Endamê malbendê û têkiliyan a Navenda Rojava ya Lêkokînên Stratejîk (NRLS) Welîd Bekir jî beşa duyemîn a korbendê bi rêve bir ku der barê rola rewşenbîran di sepandina banga menîfestoya aştiyê û civaka demokratîk bû.

Bekir bal kişand ser berpirsiyariya rewşenbîran di demên veguherînên mezin ên civakî de û wiha domand: "Tenêbûna rewşenbîran an jî bêxemiya wan a li hember tiştên ku li dora wan diqewimin, tê wateya windakirina nerîna rast ji bo xwe, gel û pêşerojê."

Her wiha Bekir diyar kir ku rewşenbîr pêşengên civakan in, nemaze di serdemên dîrokî yên hesas de, wekî qonaxa niha ya li Sûriye û Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê, divê ew bingeha projeya aştiyê, civaka demokratîk, azadiya jinan, jiyana ekolojîk, pirrengiya çandî û biratiya gelan, ku bingeha îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan in, fam bikin û baweriya xwe bi wan bînin û wan ji civakê re veguhezînin.

Piştî bidawîbûna nirxandina beşa duyemîn, haziran nêrînên xwe der barê rola rewşenbîran di vê pêvajoyê de ku bi banga “Aştiyê û civaka demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan guhertineke dîrokî dest pê bûye.

Helbestvan û rewşenbîrekî ji Efrînê bi navê Hîman Kurdaxî ku li Almanyayê dijî, ragihand ku banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo rizgarkirina civak û gelan ji xeter û gefên dewleta neteweyî ku pevçûnan gur kiriye, gavek bû.

Çalakvanê mafên mirovan Husên Bekrî bal kişand ser pêwîstiya beşdarbûna rewşenbîran di vê qonaxa dîrokî ya hesas de û got: "Şoreşeke bê rewşenbîran mîna çeka bê fîşek e. Ramanên Rêber Abdullah Ocalan stûneke bingehîn a serkeftina şoreşê ne. Şoreşa wî di bingeh de rewşenbîrî û derûnî ye, armanc dike ku serdema tundûtûjiyê bi dawî bike û têgeha aştiyê ava bike."

Di dawiya korbendê de Şêrîn Şêxo û Hişmend Şêxo  pêşniyarên di korbendê de hatine kirin, xwendin.

Pêşniyar bi vî rengî ne: "Xwendineke kûr a epistemolojîk ya dîroka nivîskî, pênasekirineke rast a termînolojiya wê û nivîsandina lêkolînên li ser vê mijarê li gorî paradîgmaya nû; pêşkêşkirina nerîn û ramanan ji bo derbaskirina krîzên li herêmê, lidarxistina konferansên diyalogê ku rewşenbîran tînin cem hev da ku li ser mijaran nîqaş bikin, xebata ji bo xurtkirina têgeha nasnameyeke neteweyî ya yekgirtî û vejandina nirxên hevpar ên ku ji hêla hemî pêkhateyan ve têne parvekirin.”

(ac/şx)