Komîsyon Bilind a Hilbijartinan: Ji sedan 72’ê dengdêran beşdarî hilbijartinê bûn

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ragihand ku rêjeya beşdariya di dengdana ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê de ji sedan 72 bû; rêjeya herî zêde li Dihokê bi sedan 78 û rêjeya herî kêm jî li Silêmaniyê bi sedan 65 bû.

Komîsyon Bilind a Hilbijartinan: Ji sedan 72’ê dengdêran beşdarî hilbijartinê bûn
20 cotmeh, 2024   23:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê di daxuyaniya çapemeniyê de rêjeya beşdarbûna di dengdana giştî ya ji bo hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê de eşkere kir.

Li gorî Komîsyonê ragihandî, rêjeya beşdarbûna dengdanê ya li her çar herêman ji sedan 72 bû.

Komîsyonê diyar kir ku li Hewlêrê ji sedan 74, li Helebce ji sedan 69, li Dihokê ji sedan 78 û li Silêmaniyê jî ji sedan 65’ê dengdêran beşdarî hilbijartinê bûn.

Her wiha Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê destnîşan kir ku wê sibe encamên giştî yên hilbijartinê were ragihandin.

Hêjayî gotinêye ku îro di saet 07:00’an de dengdana giştî ya ji bo hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê destpê kir û di saet 18:00’an de bi dawî bû.