Îsraîlê cihekî nêzî Colanê hedef girt

2 roj e hêzên Îsraîlê bi obîsan bajarokê Qehtaniyê yê Quneytera yê li nêzî sînorê Colanê yê Sûriyeyê topbaran dikin. Hemwextî wê li nêzî herêmê xendek tên kolandin.

Îsraîlê cihekî nêzî Colanê hedef girt
20 cotmeh, 2024   23:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku hêzên Îsraîlê li nêzî sînorê bi ser Colana Sûriyeyê yê dagirkirî ve bajarokê Qehtaniyê yê Quneytera topbaran dikin.

Ev topbaran 2 roj e li pey hev tê kirin, hemwextî wê bi ser herêmê ve xendek tên kolandin.

(fr)