Komînên Tebqayê konferansa xwe li dar xist

Meclis û komînên kantona Tebqayê konferansa xwe ya yekemîn li dar xist.

24 mijdar, 2025   18:56
TEBQA

Komîn û meclisên kantona Tebqayê konferansa xwe ya yekemîn bi dirûşma "Komîn bingeha avakirina civakeke exlaq, polîtîk û demokratîk e" li dar xist.

Endamên komîn û meclisan ên kantonê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk a Kantona Tebqayê, nûnerên meclis û desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên partiyên siyasî, Rêxistinên Civaka Demokratîk, saziyên olî, hêzên leşkerî û hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî konferansê bûn.

Konferans li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê Hamid El Ferec axivî. Ferec diyar kir ku ji bo piştgiriya komînan û aktîfkirina rola wan li gorî hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser divê xebateke xurt were meşandin.

Piştre hevserokê Meclisa Gelan a kantonê Ehmed El Xelef nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê komînan de xwendin.

Cîgirê sekretêrê Giştî yê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Cihad Hesen rewşa siyasî nirxand. Cahid Hesen diyar kir ku pirsgirêka destûrê heya niha cewhera aloziya Sûriyeyê ye û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî vê yekê dizanin.

Hesen di dewama nirxandinên xwe de îşaret pê kir entegrasyona demokratîk a ku Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê dixebite, li ser bingeha diyalogê ye.

Cahid Hesen got: "Armanca me avakirina destûrek nû ji bo hemû Sûriyeyan bêyî cudahî û bêalîkirin e. Di heman demê de armanc avakirina komareke demokratîk û artêşekê ku nûnertiya gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê bike, ye."

Di konferansê de rêvebera Meclisa Jina a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Tebqayê Muna El Dalî benda komînan a di hevpeymana civakî de de xwend û şîrove kirin.

 Beşdaran jî ku nêrînên xwe anîn ziman, destnîşan kri ku komîn bingeha rêveberiya xweser a civakê ye û pêkanîna wê li gorî hevpeymana civakî dikare guhertinên bingehîn di qadên çandî, civakî, ewlehî û xizmetguzarî çêbike. Her wiha îşaret pê hat kirin ku divê zehmetî û pirsgirêkên li pêşberî komînan werin çareserkirin.

Di dawiya konferansê de cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê Menan Çawîş encamên konferansên xwendin. Ji xalên wê yên sereke: aktîfkirina meclis û komînan li gorî hevpeymana civakî, bi awayekî asayî nîqaşkirina pirsgirkên şêniyan û dîtina çareseriyan.

Encamên konferansê dê di konferansa giştî ya komîn û meclisan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de werin nîqaşkirin ku dê demeke nêzî de were lidarxistin.

(bb)

ANAH