5 şêniyên Siwêdayê hatin berdan

Ji şêniyên Siwêdayê 5 kes ku dema berê li bajarokê Misêfra yê Derayê hatibûn revandin hatin berdan.

5 şêniyên Siwêdayê hatin berdan
20 mijdar, 2025   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji Siwêdayê ragihandiye, 3 jê jin  5 şêniyên Siwêdayê hatin berdan ku berê li bajarokê Misêrfê yê gundewarê rojhilatê Derayê ji aliyê komekê ve hatibûn revandin.

Hikumeta veguhêz Sûriyeyê di dirêjahiya dema revandina wan kesan de hebûna revandiyan di girtîgehên xwe de red dikir.

Li gorî nûçegihanê me, navên kesên hatine berdan wiha ne:  Mehmûd Qureyşa, hevjînê wê Telal Zîb û keça wê Rîm Zîb, Îlham Ebû Zeyendîn û Rafî Hebîb (Astengdar ).

Şêniyan hatin berdan ji bo lênerîna tenduristî û derûnî  bo cihekî ewle hatin birin û pişt çend saetan vegeriyan malên xwe.

(bb)