Komên hikumeta demkî Siwêda topbaran kir

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê ragihand ku komên hikumeta demkî taxên rojavayê bajar bi 4 caran topbaran kirin.

Komên hikumeta demkî Siwêda topbaran kir
9 sibat, 2026   15:06
NAVNDA NÛÇEYAN

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê rojavayê bajar bi 4 guleyên hawanan topbaran kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komên hikumetê bi awayekî ketober qadên sivîlan kirin armanc û û got: “Ev êriş binpêkirineke xeternak e, jiyana sivîlan û ewlehiya wan dixe xetereyê.”

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî ragihand ku dê di çarçoveya mîsyona xwe ya parastin şêniyan û rêgirtina li ber tevliheviyan de bersiva jêderên êrişan bidin.

(bb)