Şandeya hikumeta demkî serdana Rêveberiya Zeviyên Petrolê ya Rimêlanê kir

Şandeyeke hikumeta demkî ya Sûriyeyê di çarçovevê peymana 29`ê Çileyê de serdana Rêveberiya Zeviyên Petrolê ya Rimêlanê kir.

Şandeya hikumeta demkî serdana Rêveberiya Zeviyên Petrolê ya Rimêlanê kir
9 sibat, 2026   14:38
QAMIŞLO

Di çarçoveya peymana 29`ê Çileyê ya di navbera QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, şandeyeke hikumeta demkî îro serdana Rêveberiya Zeviyên Petrolê ya Rimêlan kir.

Şande ji nûnerên Hêzên Ewlekariyê yê hikumeta demkî, Rêveberiya Ewlehiya Derî û Balafirgehan, Desteya Giştî ya Balafirgehan a Sivîl û nûnerên Şîrketa Sûriyeyê ya Petrolê pêk dihat û li gel Hêzên Asayîşê serdana Rêveberiya Rimêlanê kir.

Di çarçoveya entegrasyonê de şande dê bi nûnerên Rêveberiya Zeviyên Petrolê ya Rimêlan re bicive û mekanîzmeya xebatên rêveberiyê û rewşa rêveberî û ewlehiya herêmê nîqaş bikin.

Şandeyeke hikumetê duh serdana Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişloyê kiribû.

ANHA