Li Kobanê ava qirêjî dibe sedema nexweşiyan

Bijîşk Arif Dendel diyar kir ku li Kobanê nexweşî ji ber ava qirêj zêde bûne, Nexweşxaneya Kobanê rojane zêdetirî 260 nexweşan pêşwazî dike.

Li Kobanê ava qirêjî dibe sedema nexweşiyan
Li Kobanê ava qirêjî dibe sedema nexweşiyan
Li Kobanê ava qirêjî dibe sedema nexweşiyan
Li Kobanê ava qirêjî dibe sedema nexweşiyan
Li Kobanê ava qirêjî dibe sedema nexweşiyan
Li Kobanê ava qirêjî dibe sedema nexweşiyan
Li Kobanê ava qirêjî dibe sedema nexweşiyan
Li Kobanê ava qirêjî dibe sedema nexweşiyan
Li Kobanê ava qirêjî dibe sedema nexweşiyan
9 sibat, 2026   15:37
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Bijîşkê Nexweşxaneya Kobanê Arif Dendel diyar kir ku ji ber ava qirêjî Nexweşxaneya Kobanê rojane 260 nexweşan pêşwazî dike û wiha got: "Nexweşxaneya Kobanê rojane 260 nexweşan pêşwazî dike, piraniya nexweşan zarok in. Sedema van nexweşiyan kêmbûna avê ye ku xelk neçar diçar dimîne ava bîran vexwe. Lewra nexweşî zêde bûne."

Arif Dendel anî ziman ku tirsa wan ew e ku nexweşiya kolera bi xelkê re çêbe û wiha got: "Koçberên ku hatine li Kobanê di dibistan, mizgeft û hwd de bi cih bûne, nexweşiya xurê pir zêde bûye û ev nexweşî jî nexweşiyeke perok e.”

Arif Dendel da zanîn ku ev 21 roj e derpêça giran li ser Kobanê didome û wiha got: "Li Kobanê ne av û ne derman û tiştên jiyanî tune ne. Berê dema ku av dihat, dihat eqimkirin û pişte digihaşt xelkê, lê xelk niha hemû ava bîran vedixwin. Lewma nexweşî zêde bûne."

Bijîşk Arif Dendel her wiha got: "Kêmasiya dermanan pir e, ji ber dorpêçê derman pir kêm in."

ANHA