Komên çete bi obîsan li taxa Şiqêf didin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb ragihand ku çeteyên hikumeta demkî bi obîsan li taxa Şiqêf a Helebê didin.

Komên çete bi obîsan li taxa Şiqêf didin
8 ÇILE, 2026   01:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb der barê mijarê de ev agahî dan:  "Saet di 00.10’an komên girêdayî hikumeta Şamê bi 5 guleyên obîsan taxa Şiqêf a bajarê Helebê topbaran kirin. Di encamê de zerarên madî li milkan bû, der barê zerarên mirovî de heya niha agahî bi dest neketin. Ev yek di çarçoveya êrişên domdar ên li dijî qadên niştecihan hat kirin."

(b)

ANHA