`Mirov fedî neke dikare her tiştî bike`

Koçberên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji malên xwe derketine, gotin: “Yên sûcan dikin, nikarin behsa mirovahiyê bikin."

`Mirov fedî neke dikare her tiştî bike`
2 mijdar, 2023   05:48
HESEKÊ
ARAM EHMED

Bi destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê re, rayedarên dewleta Tirk a dagirker di serî de serokê welêt Erdogan bi lez mirovahî îdia kirin û gotin li Xezayê sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê pêk tên. Di heman demê de jî êrişên xwe yên hewayî û bejaî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û welatiyan û binesaziya herêmê dike hedef.

Desthilata Tirk û serokê wê Erdogan, tenê xîtab didin û piştevaniya filistîniyan dikin. Raporeke Bloomburgê ya Amerîkayê aşkera kir ku Tirkiyeyê 21`ê Cotmehê, milyonek bermîl ji petrola Azerbaycanê bi rêya petrolhilgir `Seavolit`, ji bendera Cîhan a Tirkî bi bi bendera Îlat a Îsraîlê ve veguhastiye.

Koçberên Serêkaniyê yên ku ji ber êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ku dawiya 2019`an ji warên xwe koçber bûne gotin ew li hember daxuyaniyên serokkomarê Tirk ku piştevahiya filistiyan kiriye, şaş mane.

`YÊN MIROVAHÎ ÎDIA DIKIN DIVÊ FÊM BIKIN ÇI LI HERÊMÊ ME DIKIN Û HEKE DURIST BIN BILA VEKIŞIN`

Koçberê ji Serêkaniyê ku li Kampa Weşûkanî dimîne Mihemed El Îbrahîm got: "Herêmên me ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve dagirkirî ne. Dikujin, koçber dikin û malên me wêran dikin. Mal û milkên me desteser dikin. Em dev ji her tiştî berda û niha li bin konekî biçûk dijîn. Dagirkerî, sedema êşên me ye."

El Îbrahîm wiha domand: "Erdogan dibêje li Xezayê sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin. Lê xuyaye wî kiryarên xwe û çeteyên xwe yên li dijî me û axa me kirine, ji bîr kirine. Yên qaşo mirovahiyê îdia dikin divê ji war û bajarên me vekişin."

El Îbrahîm di dawiyê de got: "Divê rêxistinên mirovî vê rastiyê fêm bikin ku Erdogan, behsa çi dike. Heke durist be jî divê ji herêmên dagirkirî vekişe. Wê demê dikare behsa bûyerên li Xezayê bike."

`YÊN SÛCAN DIKIN NIKARIN BEHSA MIROVAHIYÊ BIKIN`

Koçberê bi navê Mihemed Mensûr jî destnîşan kir ku ew ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmê ji warên xwe koçber bûne û wiha domand: "Em qurbanên sûcên dewleta Tirk a dagirker in. Tevahî kesên di vê kampê de, qurbanên kiryar û sûcên wê ne."

Mensûr got: "Erdogan dibêje bûyerên li Xezayê diqewimin li dijî mirovahiyê ne. Lê pirsa xwe dide pêş, gelo yê bi serê Xezayê hatiye bi ser me nehat? Ma ne ji ber dagirkeriya Tirk em ji warên xwe koçber bûn? Çawa dikare behsa mirovahiyê bike û sûcên li herêmên me kirine, ji bîr dike?"

Di dawiyê de wiha anî ziman: "Yên sûcan dikin, nikarin behsa mirovahiyê bikin."

(şx)

ANHA