Yekitiya Suryanî mekanîzmaya hilbijartinên Meclisa Gel rexne kir

Partiya Yekitiya Suryanî mekanîzmaya hilbijartinên nûnerên parêzgeha Hesekê di Meclisa Gel de rexne kir û diyar kir ku ev yek pir-rengiya siyasî û demografîk a parêzgehê nîşan nade û daxwaza temsîlkirina adilane ji bo xiristiyanan û gelê Suryan-Asûrî kir.

Yekitiya Suryanî mekanîzmaya hilbijartinên Meclisa Gel rexne kir
24 gulan, 2026   22:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêvber a Partiya Yekitiya Suryanî der barê hilbijartinên endamên Meclisa Gel li Hesekê daxuyaniyekê nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku îro li bajarê Hesekê, nûnerên parêzgeha Hesekê ji bo Meclisa Gel bi rêya qaşo "desteyên hilbijartinê" hatin hilbijartin. Ev nûner li gorî pîvanên neheq û berjewendiyên ku bi hikumeta Şamê re hevaheng in û li ser bingehên nedemokratîk ên ku pir-rengiya siyasî û demografîk a parêzgehê nîşan nadin, hatine destnîşankirin. Yên ku îro hatine destnîşankirin tu endam ji gelê Suryanî-Asûrî yan jî ji Xiristiyanan bi giştî nagirin nav xwe. Ev neheqiyek li hember pêkhateyeke resen a herêmê ye ku hebûn, temsîliyet û rolek xwe heye, nemaze bi beşdariya xwe di şoreşa Sûriyeyê de bi rêya hêzên xwe yên siyasî, weke Partiya Yekitiya Suryanî.

Li hember van tedbîrên dûrxistinê yên ku heta di serdema desthilatiya Esedê dîktator de çênebûn, ji bo gelê Suryanî temsîliyeteke dadperwerane tê xwestin. Divê herî kêm 2 kursî li parêzgehê hebin û divê temsîliyeta Xiristiyanan li Sûriyeyê bi giştî jî ji sedî 10 kêmtir nebe.

Di vê qonaxa ku Sûriyê tê re derbas dibe de ku gelê me hîs dikin ku paşguh in û tu siberoja wan di vê qonaxa demkî de tune ye divê mafên Sûriyeyiyan û hemû pêkhateyan li gorî destûreke demokratîk were misogerkirin.

(fr)