Komeke jinên li Kobanê berhemên xaka xwe vediguherînin jêderên debarê

Komeke jinên li Kobanê bi armanca zêdekirina jêderên debarê, bi rêbazên kevneşopî sebze û fêkiyan hişk dikin û mûnetê amade dikin.

15 tîrmeh, 2026   07:50
KOBANÊ
DICLE EHMED

Bi armanca bilindkirina aboriya jinan, dabînkirina debarê û pêşxistina jinan li bajarê Kobanê projeya Bêt El Mûnê hatiye vekirin.

Di vê projeyê de jinan sebze û giyayê miloxiyê hişk dikin û rêçelên bi mêweyên cuda çêdikin, salçeya sor û îsotan ji berhemên herêmê çêdikin.

Der barê armanca vê projeyê de endama Koordînasyona Kongra Star a Kobanê Lujeyn Mûsa got: “Ev 5 sal e Kongra Star destekê dide projeyên taybet ên jinan, ev dihêle ku jin di piştgiriya aboriyê û parastina xwarinên kevnar de roleke çalaktir bilîzin.

Lujeynê destnîşan kir ku 6-20 jin di Beyt El Mûnê de dixebitin. Lujeynê da zanîn ku Kongra Star ji bo parastina jinan di hemû qadan de sîwanek e, ew ji bo jinan derfetên xebatê zêdetir dike û wiha got: “Hemû jinên di projeyê de xebatê didin meşandin, xwedî zarok in û dizanin bi awayeke pisoprane vê xebatê bikin. Serkeftina me ya esasî di vê projeyê de ew e ku jin bi rêya projeyên biçûk bi xwe piştgiriya xwe bike.”

Beşdara xebatê Fatma Hemo jî got: “Ev însiyatîf tenê xwarinê nade malbatan, ev derfeta başkirina rewşa aborî bi rêya firotina berheman ji bo malbatan pêk tîne.”

Fatmayê destnîşan kir ku jin di projeya Bêt El Mûnê de bazêla, bacanê reş, xiyarê hişkirî, ava bacanên sor û îsotan, her wiha cureyên cur be cur ên rêçel û hwd çêdikin. Li kêleka vê yekê berhemên çandiniyê û yên sewalan vediguherînin xurekê.

(sb)

ANHA