Zanîngeha Silêmaniyê piştgirî da berxwedana Rojava

Li kampa nû ya zanîngeha Silêmaniyê, xwendevan û mamostayan ji bo piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re çalakiyek lidarxistin. Di çalakiyê de banga rawestandina êrişan hate kirin.

Zanîngeha Silêmaniyê piştgirî da berxwedana Rojava
22 ÇILE, 2026   14:42
NAVENDA NÛÇEYN

Li seranserê Başûrê Kurdistanê piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê her ku diçe berfirehtir dibe. Divê çarçoveyê de li kampa nû ya zanîngeha Silêmaniyê xwendevan û mamostayan ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê çalakiyek lidarxistin.

Di çalakiyê de serokê zanîngeha Silêmaniyê Dr. Kosar Mihemed axivî û got; “Em dijî êrişên çekdarên Colanî yên ser Kurdên li Rojavayê Kurdistanê nerazîbûna xwe didin nîşandan. Em banga rawestandina êrişan dikin.”

Kosar got ku ew bi hemû awayî piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dikin û bang li aliyên siyasî jî kirin ku ji bo bidestxistina mafên Kurdan, bibin yek û got; “Niha gelê me hemû bi hevre piştgiriya Rojava dikin, lewma divê aliyên siyasî jî vê yekîtiyê bibînin.”