Bi deh hezaran şêniyên Kobanê li dijî dagirkeriyê meşîn

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Kobanê û tevahiya herêmê, bi deh hezaran şêniyên Kobanê meşiyan.

Bi deh hezaran şêniyên Kobanê li dijî dagirkeriyê meşîn
Bi deh hezaran şêniyên Kobanê li dijî dagirkeriyê meşîn
Bi deh hezaran şêniyên Kobanê li dijî dagirkeriyê meşîn
Bi deh hezaran şêniyên Kobanê li dijî dagirkeriyê meşîn
Bi deh hezaran şêniyên Kobanê li dijî dagirkeriyê meşîn
Bi deh hezaran şêniyên Kobanê li dijî dagirkeriyê meşîn
Bi deh hezaran şêniyên Kobanê li dijî dagirkeriyê meşîn
16 kanûn, 2024   13:59
KOBANÊ

Bi deh hezaran şêniyên kantona Firatê li Qada Jina Azad a Kobanê hatin gel hev û bi meşekê êriş û metirsiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Kobanê û tevahiya herêmê şermezar kirin.

Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedan QSD`ê" û “Bimire faşîzm” hatin berzkirin. Her wiha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, yên şehîdan û alên QSD`ê hatin hildan.

Meş li Qada Şehîd Egîd sekinî. Li wir hevserokê Meclisa TEV-DEMˈê ya kantona Firatê Enwer Muslim axivî. Muslim diyar kir ku bi êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirekr û ketina rejîma Baasê re pêvajoyeke nû dest pê kir. Muslim anî ziman ku divê hêzên Koalîsyona Navneteweyî zêdetir erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Enwer Muslim diyar kir ku peymana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku di Sûriyeyeke demokratîk de bijîn û wiha dom da axaftina xwe: "Em beşeke sereke ya Sûriyeyê ne. Divê Sûriyeyeke demokratîk were avakirin. Em daxuyaniyên rayederên hikumeta demkî ya Sûriyeyê erênî dibînin ku dibêjin Kurd beşeke esasî ya Sûriyeyê ne. Lê divê ev yek li ser erdê pratîk bibe. Divê êrişên li dijî me têne kirin werin rawestandin û Koalîsyona Navneteweyî erka xwe bi cih bîne.”

Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana QSDˈê bi dawî bû.

(sş/bb)

ANHA