Ma kes nîn e qirkirina elewiyan rawestîne? – Rauf KARAKOÇAN

Ma kes nîn e qirkirina elewiyan rawestîne? – Rauf KARAKOÇAN
1 ÇILE, 2025   07:25

Qirkirina elewiyan a li Sûriyeyê bê navber dewam dike. Roj bi roj rewş xirabtir dibe. Her kes îşkenceyên dermirovî û înfazên bi aşkerayî têne kirin, dibîne û lê temaşe dike. Tu nîşaneyek jî nîn e bê ka ev hovîtiya qirkirinê dê kengê bisekine. Tişta ecêb jî; tu kes bertekekê nade. Wek berpirsyariyeke wijdanî û exlaqî, tu hêzeke li ber vê radibe jî nîn e. Her kes ketiye derdê bi çeteyên HTŞ'ê re li hev bike, ji xwe re prîmê çêke, pê re kar bike, sûdê jê wergire û têkiliyên dostane pê re çêke.

Yên ku hewl didin bi berpirsyarên komkujiya elewiyan re bêne cem hev û sûcdaran meşrû bikin, heke xwe ji komkujiyên elewiyan berpirsyar nebînin, dibin şirîkên wan sûcan. Heke civateke mirovan ji ber baweriya xwe rastî heqaretên herî giran, îşkence û pêkanînên dermirovî û neexlaqî tê, hingê kesên destê HTŞ'ê digirin, xwîna elewiyan bi destê wan ve dimîne.

Yên bi serketina qaşo ya HTŞ'ê û şoreşa wê ya xapînok keyfxweş bûne, xwediyên van komkujiyan in. Kes û hêzên ku HTŞ’ê derdixin pêş, li pişt wê disekinin û jê hêviyan dikin, bê guman cînayetên van sûcdaran rewa dibînin. Fermana li ser êzidiyan a DAIŞ'ê ya li Şengalê çi be, fermana li ser elewiyan a çeteyên HTŞ'ê ya li Sûriyeyê jî ew e. Cudahiya yekane û ya xerabtir jî ew e ku DAIŞ'ê weke rêxistineke terorê komkujî kir, lê rêxistina terorê HTŞ ku hê jî ji lîsteya terorê dernexistine û van komkujiyan wek hikumeta rewa ya Sûriyeyê pêk tîne. Yên ku HTŞ'ê bi qanûnî wek rêxistina terorê bi nav dikin, qanûnên xwe binpê dikin. Ji ber ku rêgezên wan ên hiqûqî li gorî rêgezên exlaqî nîn in.

Dostê herî baş ê HTŞ'ê Tirkiye jî, tê zanîn ku li hember elewiyan ji berê de polîtîkayên cihêkariyê dimeşîne. Baş tê zanîn ku ji dema Yavûz Sultan Selîm heta Qanûnî Sultan Suleyman, sedrazam Kûyûcû Murat Paşa bi deh hezaran elewî qetil kirin û di çalan de binax kirin. Dîsa di dema Osmaniyan e li ser navê têkbirina serhildanên Celaliyan komkujî li hember elewiyan kirin û pê re jî heman wehşet anîn serê elewiyên Tirkmen jî. Ne tenê di serdema Osmaniyan de, di serdema Komara Tirk de jî komkujiyên li hember elewiyan ên Dêrsim û Qoçgiriyê mînakên herî şênber ên dîroka me ya nêz in.

Civaka elewiyan a bêsûc û bêparastin li Sûriyeyê bi qirkirineke sîstematîk re rû bi rû ye. Hovîtiya ku HTŞ niha li dijî elewiyan dike, nîşaneyek e ka dê di dema pêş de li dijî cudahiyên din çi bike. Rêxistina terorê ya çeteyên îslamîst HTŞ, li ber çavê cîhanê li ser navê îslamê her cure barbariyê dike û li hember elewiyan terorê dimeşîne. Gelo kesek nîn e vê qirkirina elewiyan rawestîne? Gelo nirxên mirovahiyê ew qasî erzan bûn, gelo wijdan ev qasî kor bûn?

Bi destê barbarên Serdema Navîn ên HTŞ'ê, gelên li Sûriyeyê tu carî nikarin bên birêvebirin û hevparî jî bi wan re nayê kirin. Bi vê koma barbaran re ku di qirkirina li dijî elewiyan de sînoran bezandine, dê çi bê kirin û çi muzakere bên kirin? her kî bixwaze li Şamê nûnertiyeke fermî veke yan jî têkiliyên dîplomatîk pê re çêke, nikare qirkirina elewiyan paşguh bike û divê paşguh neke jî. Nexwe şerbika avê ku li Sûriyeyê vedixwin, tê de dê xwîna elewiyan hebe.

Sibe dibe ku ji bo rawestandina komkujiya elewiyan dereng be. Rêyên rawestandina vê jî hene. Heke pêşî li komkujiya elewiyan neyê girtin, li hember HTŞ’ê divê helwest çêbin, têkilî bên sekinandin û ceza lê bên ferzkirin. Heke çareseriyên din hebin, divê ew jî bên bikaranîn. Çi bê kirin divê ji niha de bê kirin. Yên ku nikarin bi rêxistineke terorê ya wekî HTŞ'ê tiştekî bidin kirin, dê çawa li Sûriyeyê aramiyê pêk bînin? Gelên Sûriyeyê dê çawa radestî zîhniyeteke ji rejîma Baasê xerabtir bikin? Ev pirs dikare zêdetir jî bibin.

Di bin rêveberiya tora kuştinê ya HTŞ'ê de ku bi dîmenên înfazan re her cure hovîtiyê dike û tirsê çêdike, tu garantiya jiyana pêkhate û hindikahiyên nîn e. Divê ev rastî bê zanîn. Hemû hêzêm ku li Sûriyeyê xwedî gotin in, bêyî îstîsna, li dijî vê zilmê kêm zêde xwedî berpirsyarî ne. Divê gotineke wan hebe. Heke elewî ji bo hesabên siyasî û berjewendiyên dewletê dikin qurbanî, ev jî bi gotineke herî sivik, hevkariya sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Civakên ku di şerên mezhebî de xwîn rijandiye, tu siberojaeke wan nîn e û nabe jî. Li wê derê qala demokrasiyê, wekheviya jin û mêran, hurmeta li mafên mirovan û mafên xwezayî yên wekî ewlekariya jiyanê nayê kirin. Di demekê de ku li Sûriyeyê elewî wekî mirîşkan tên serjêkirin, heke di xeyalan de be, dê behsa kîjan çareseriyê bê kirin, destûreke çawa bê çêkirin û ji vê jî wêdetir, ên xwedî çek in dê çawa çekên xwe deynin? Sozên ku bên dayîn, tu nirxeke wan tune ye.

Heke ji bo sekinandina komkujiya li hember elewiyan a ji aliyê HTŞ'ê ve kes dengê xwe dernaxe, ev yek tê wê wateyê ku nebaşiyeke birêxistinbûyî û plankirî heye. Herçî kesê dibêje ez mirov im, divê guhê xwe bide qîrîna elewiyên li Sûriyeyê, derfetên xwe seferber bike, raya giştî biafirîne û di asta dewletan de hewldanan bike. Banga me ya dilnizm jî ew e ku di zûtirîn demê de ji bo ku rijandina xwîna elewiyan raweste, bikevin nava liv û tevgerê. Divê bi vê şerma mirovahiyê nekevin sala nû.