Kombûna Jinan a Zenûbya banga diyalogê kir

Kombûna Jinan a Zenûbya piştgiriya jin û zarokên Siwêdayê kir û bang li hemû aliyan kir ku berê xwe bidin diyalogê û ewlehiyê pêk bînin.

Kombûna Jinan a Zenûbya banga diyalogê kir
15 tîrmeh, 2025   17:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Kombûna Jinan a Zenûbya destnîşan kir ku ew bûyerên Siwêdayê ji nêz ve dişopîne. Kombûnê hemû rêbazên şer û tundiyê şermezar kirin.

Kombûnê di daxuyaniyekê de banga pêkanîna ewlehiyê ji şêniyên Siwêdayê re kir û bang li hemû aliyan kir ku tundiyê rawestînin û berê xwe bidin diyalogê û rêbazên aştiyane.

Di daxuyaniyê de kombûnê diyar kir ku avakirina dewleteke demokratîk a pirreng ku ji mafên welatiyan re rêzê digire, tevlêbûna jinan di beşên jiyanê de misoger dike, zarokan diparêze, derfetên xwendinê û mezinbûna di hawîrdoreke ewle û saxlem de dabîn dike, ev e çareserî.

Kombûnê bang li rêxistinên hiqûqî yên xwecihî û navneteweyî kir ku li demildest tev bigerin, sûcên li dijî sivîlan li Siwêdayê tên kirin belge bikin, sûcdaran aşkera bikin ji bo ku hesab ji wan bê pirsîn. Desteka derûnî û qanûnî ji mexdûran re pêşkêş bikin û qadên ewle dabîn bikin ku rûmeta mirov û mafên wî peyda dikin.

Di dawiyê de kombûnê ji bo parastina civakê û avakirina siberojeke baştir banga yekgirtinê kir.

(mh-şx)