Îsraîlê dora bajarê Izra yê Derayê bombebaran kir

Balafirên şer ên Îsraîlê dora bajarê Izra yê Derayê bombebaran kirin. Artêşa Îsraîlê hemwextî aloziya li başûrê Sûriyeyê ragihand ku xwe ji her geşedanekê re bi temamî amade kiriye.

Îsraîlê dora bajarê Izra yê Derayê bombebaran kir
15 tîrmeh, 2025   17:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî hin dezgehên çapemeniyê, balafirên şer ên Îsraîlê dora bajarê Izra yê Derayê bombebaran kirine. 

Hemwextî wê, artêşa Îsraîlê ragihand ku wesayîtên leşkerî, tank û panzer yên hikumeta veguhêz li Siwêdayê bombebaran kirine. Artêşê aşkera kir ku geşedanên li başûrê Sûriyeyê dişopîne û li hember her pêşketineke muhtemel, amade ye.

Metirsî hene ku şerê li Siwêdayê berfirehtir bibe.

(şx)