Kombûna Jinan a Zenûbiya plansaziya xwe aşkera kir
Kombûna Jinan a Zenûbiya bi her çar meclisên xwe re di civîna xwe ya salane de plansaziya xwe diyar kir.
Meclisên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê yên Kombûna Jinan a Zenûbiya civîna xwe ya salane li bajarê Tebqayê li dar xist. Civîn bi amadebûna 250 nûnerên rêxistin û tevgerên jinan, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, Hêzên Asayîşê-Jin û Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê pêk hat.
Di civînê de nirxandinên Rêbeber Abdullah Ocalan, raporên kar û xebatên her çar meclisên kombûnê hatin xwendin. Her wiha sînevîzyonek li ser xebatên salekê yên kombûnê hat nîşandan.
Piştî sînevîzyonê beşdaran ji bo pêşxistina kar, xwegihandina tevahî jinan û çareserkirina pirsgirêkên wan, nêrînên xwe anîn ziman. Beşdaran bal kişand ser hewldanên jinan ên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê jî.
Civîn bi van biryaran bi dawî bû:
- Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêdekirina çalakiyan.
- Li tevahî kantonan ‘Komîteya Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo Azadiya Rêbertî’ werin avakirin. Ev komîte dê bi tevahî saziyên taybet û giştî û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan re di nava koordîneyê de be.
- Şêwirên xwendin û nîqaşkirina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin.
- Têkildarî rewşa tenduristiyê ya Rêber Abdullah Ocalan panelek were lidarxistin.
- Konferansek li ser sosyolojiya azadiyê were lidarxistin.
- Bi pêşengiya tevger û rêxistinên jinan û yên jinên ciwan her meh meş werin lidarxistin.
- Di 4’ê Nîsanê de mîhrîcanek were lidarxistin.
- Li dijî tevahî cureyên tundî û zordestiya li hemberî jinan, li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker têkoşîn were xurtkirin.
- Bi armanca pêşxistina têkiliyan di navbera Kombûna Jinan a Zenûbiya û tevgerên jinan ên li Sûriyeyê û derveyî welat de, xebat were meşandin.
- Bi dirûşma “Bi hevgirtina jinan zilma DAIŞ’ê bi dawî bû" şahiyek li Reqayê were lidarxistin.
- Bi rêya lidarxistina pêngavan, berbelavkirina têgeha ekolojiyê.
- Ji bo xwegihandinê jinan xebat were meşandin. Diyarkirina nûnerên Kombûna Jinan a Zenûbiya di nava komînan de.
- Lidarxistina panel û semîneran li peymangeh û dibistanan ji bo ciwanan.
- Bi rêya çalakiyên Tevgera Hîlala Zêrîn pêngav û planên der barê pirsgirêkên civakî de werin zêdekirin û çareserî werin dîtin.
- Li dijî tundiya li ser jinan, bi boneyên ji bo Roja Jinan a Cîhanê û Roja Aştiyê ya Cîhanê amadekariyên lidarxistina hemleyan werin kirin.
- Dewreyên perwerdeyê yên vekirî û yên girtî werin zêdekirin.
- Ji bo derxistina kovara Zenûbiya xebat were meşandin.
- Ji bo vekirina akademiyekê bi navê Şehîd Zelal Zagros li Dêrazorê û akademiya jinan li Dêrazorê, kar were meşandin.
- Ji bo avakirina pirtûkxaneyeke bi navê "Pirtûkxaneya Zenûbiya" kar were kirin.
- Ji bo avakirina komîteyên lêkolînên sosyolojiya pêkhateyên herêmê kar were meşandin.
- Atolyayên bi mijarên cur bi cur werin lidarxisitn.
- Aktîfkirina rola jinan di xweparastinê de.
- Der barê tenduristiya jin û zarokan de bername were diyarkirin.
- Ji bo pêşxistina jinan di aliyê aborî de projeyên aborî werin vekirin.
- Ji bo vekirina holeke taybet a jinan kar were kirin.
- Civîneke eşîran a jinan were lidarxistin.
(bb)
ANHA