Şehîdê HRE’yê Birûsk Meydana hat oxirkirin

Şervanê HRE’ yê Birûsk Meydana li Pakrewangeha Şehîd Zozan Amanos a bajarokê Fafînê hat oxirkirin.

25 tîrmeh, 2024   16:39
ŞEHBA

Bi sedan koçberên Efrîn û xelkê Şehbayê beşdarî merasîma şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Birûsk Meydana (Xalid Şêx Dada) bûn. 

Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Birûsk Meydana ( Xalid Şêx Dada ) 23’ê Tîrmehê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Şehba û koçberên ji Efrînê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Birûsk Meydana li Pakrewangeha Şehîd Zozan Amanos a bajarokê Fafîn a Kantona Şehba- Efrînê spart axê.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Ebdulhenan Memo sersaxî ji malbata şehîd û hemû xelkê Efrîn û Şehbayê re xwest û got: “Di kesayeta şehîd Birûsk Meydana de, em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber mezinahiya wan ditewînin. Şehîd di dilê me de dijîn û em ê her tim doza wan bişopînin.’’

Li ser navê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Wefa Hisên axivî û got: “Em şehîdên xwe, şehîdên 19’ê Tîrmehê, şehîdên ku ji bo parastina welatê xwe bi lehengî canê xwe feda kirin, bi bîr tînin. Şehadeta heval Birûsk Meydana hezkirina welat di dilê me de xurt kir, heta nefesa dawî em ji dijmin re teslîm nabin.”

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ’Tolhildan soza me ye’ hat veşartin.

(mg/bb)

ANHA