Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya cejnê peyamek weşand

Kombûna Jinan a Zenûbiya di peyama xwe ya bi boneya cejna Qurbanê de diyar kir ku dê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û avakirina civakeke demokratîk geş bike.

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya cejnê peyamek weşand
16 hezîran 2024   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya cejna Qurbanê peyamek weşand.

Di destpêka peyamê de cejna Qurbanê hat pîrozkirin û şehîdên azadiyê hatin bibîranîn. Di dewamê de Hate gotin: "Divê em peyama cejnê; peyama hezkirin, lêborîn, peyama jiyana hevbeş û aştiyê belav bikin. Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber şer me gelek êş kişandin, me hezkiriyên xwe ji dest dan, em ji mafên xwe yên herî biçûk bê par hatin hiştin. Lê em hêza xwe, mîraseya xwe ya têkoşînê, ji sebra me ya ku naqede, digirin. Di heman demê de em vê hêzê ji baweriya me ya xurt a bi welatekî demokratîk, azad û mafên jinan digirin.

Bi wesîleya cejna pîroz em careke din soz xwe nû dikin ku em ê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, ji bo avakirina civakeke azad, demokratîk, wekhev, her wiha ji bo pêşxistina rola jinan di tevahî qadên siyasî, aborî, civakî de, ji belavkirina nirxê jiyana hevbeş di navbera tevahî pêkateyên civaka Sûriyeyê de, ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde li Sûriyeyê têkoşînê geş bikin. Em cejna Qurbanê ya pîroz veguherînin wesîleya belavkirina nirxên hezkirinê. Mil bi mil ber bi siberojeke baştir ji bo zarok û welatê me yê ezîz Sûriyeyê ve."

(bb)