Efserek û 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê li bejahiya Tedmurê mayînek di erebeya hêzên hikumeta Şamê de bi cih kir. Di encama teqîna mayînê de yek jê efser, 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Efserek û 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
16 hezîran 2024   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li bejahiya Tedmurê ya li rojhilatê Himsê, mayînek xistiye erebeya hêzên hikumeta Şamê.

Li gorî SOHR’ê, di encama teqîna mayînê de yek jê efser, 4 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin.

) bb)