Koma yekem ji xwendekarên Zanîngeha El Şerq derçû

Zanîngeha El Şerq ji bo derçûna koma yekem a xwendekarên fakulte û beşên cuda şahiyek li avahiya zanîngehê ya Reqayê li dar xist.

Koma yekem ji xwendekarên Zanîngeha El Şerq derçû
Koma yekem ji xwendekarên Zanîngeha El Şerq derçû
Koma yekem ji xwendekarên Zanîngeha El Şerq derçû
Koma yekem ji xwendekarên Zanîngeha El Şerq derçû
Koma yekem ji xwendekarên Zanîngeha El Şerq derçû
29 cotmeh, 2025   21:24
REQA

Zanîngeha El Şerq a kantona Reqayê şahiya derçûna koma yekem a ji 129 xwendekarên ji fakulte û beşên cuda li avahiya zanîngehê ya li bajêr li dar xist.

Di şahiyê de xwendekarên Zanîngeha El Şerq û hevserokên zanîngehê, hevserokên Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Rêveber a kantona Reqa û Desteya Çand û Şûnwaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.

Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre xwendekarên derçûyî di dema berê xwe didan dikeya wergirtina bawernemayan de, turanek promosyonê, ku di destên xwe de wêneyên şehîdan hildabûn, pêşkêş kir.

Girêdayî mijarê, hevseroka Zanîngeha El Şerq Rena Ebdulqadir bi xêrhatina mêvanan kir û destnîşan kiir ku ev roja ku derçûna koma yeke a xwendekarên zanîngehê ye rojeke dîrokî ye.

Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Medya Hemşo xwendekarên derçûyî pîroz kir û got: "Ev roj destpêka bidawîbûna serkeftiyên we ye. Zanîngehên me ne tenê ji bo xwendinê ne, lê belê qadeke biçûk a xwenaskirinê ye."

Medya destnîşan kir ku ew di Meclisa Zanîngehan de bawer in ku perwerdeya serbest rêbaza ber bi siberojê ve ye.

Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hevseroka Meclisa Rêveber Evîn Siwêd axivî û derçûna xwendekaran li wan û kadroyên perwerdeyê yên zanîngehê pîroz kir.

Evîn da zanîn ku Zanîngeha El Şerq yek ji destkeftiyên şoreşa civakî û demokratîk e ku bi saya fedakariya şehîdan, berxwedana gel û hêzên leşkerî û ewlehî hat avakirin.

Evînê got ji bo piştgiriya saziyên perwerdehî, lêkolînê û pêşxistina asta perwerdehiyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pabendî piştgirîdayînê ye.

Li aliyekî din jî li ser navê Meclisa Xwendekarên Zanîngeha El Şerq, hevserokê Meclisê Omer El Muxtar axivî û bal kişand ser zehmetiyên mezin li pêşiya vî nifşî û got: "Em ji qurbaniyên şer bûn çêkerên hêviyê."

Piştre xwendekarên derçûyî ji hêla nûnerên deste û saziyên amade ve hatin xelatkirin.

Şahî bi gerandina govendan ji hêla beşdar û xwendekaran ve bi dawî bû.

(fr)

ANHA