Li Serdeştê kolberek hate kuştin

Li herêma Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê di encama hêzên dewleta Îranê de kolberek hate kuştin.

Li Serdeştê kolberek hate kuştin
12 tebax 2024   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN 

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku hêzên Îranê li sînorê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê, êriş birin ser komek ji kolberan.

Li gorî heman çavkaniyê, di encama êrişê de kolber Elî Resul (32) yê bavê zarokek bû jiyana xwe ji dest da.

Elî Resul xelkê gundê Kuran ê Mahabadê bû û niştecihê navçeya Nelas a Serdeştê bû