ʹEm ê herêmê ji timayên dagirkeriyê biparêzinʹ

Şêniyên bajarê Til Temirê ya kantona Cizîrê destnîşan kir ku ew li pişt hêzên leşkerî ne û dê herêmê ji timayên dewleta Tirk a dagirker biparêzin. Di heman demê de got hevgirtina wan rêya bibinxistina planên dagirkeran e.

ʹEm ê herêmê ji timayên dagirkeriyê biparêzinʹ
10 cotmeh, 2024   05:10
EBDULXANÎ EL HAMAN
HESEKÊ

Ji dema ku dewleta Tirk a dagikrer bajarê Serêkaniyê dagir kiriye ve, êrişî bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê dike. Di encamê de zirarên madî li bajêr û gundan çêbûn û perwerde rawestiya û windahiyên canî jî çêbûn.

Lê îsrar û vîna Kurd, Ereb, Asûr û Suryanên bajarê Til Temirê êriş têk birin û dibêjin ew ji axa xwe dernakevin û dê wî biparpêzin.

Şêniya bi navê Sena Ebûd Hemûd bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: "Dewleta Tirk a dagirker ne tenê êrişî herêmê dike, lê dixwaze bi rêya ajanên xwe fitneyê di nava pêkhateyan de belav bike."

Sena diyar kir ku armanca êrişan, têkbirina ewlehiya herêmê, dagirkirin û talankirina xêr û berekatên wê ye.

Sena teqezî bi girîngiya hevgirtina hemû pêkhateyan û destekdayîna hêzên leşkerî da û got: "Hemû pêkhateyên herêmê li hemberî çavnebariya dewleta Tirk a dagirker hevgirtî ne."

Welatiyê bi navê Ebid Casim Hemade diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan koçberkirina şêniyên resen e û got: "Eger bikare ew ê tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike, lê belê hevgirtina pêkhateyên herêmê ya bi hêzên leşkerî re hemû planên dagirkeriyê têk birin."

Hemade piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da û diyar kir ku ew xwe dispêrin hêzên xwe yên xwecih û qet xwe naspêrin hêzên navneteweyî yên ku berjewendiyên xwe li ser hesabê gelên herêmê pêk tînin.

Welatiya bi navê Nûhat Xelîl Şindî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û herêmê ji şêniyên wê yên resen vala bike û got: "Her çiqas dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe giran bike, dîsa jî em ê li ber xwe bidin û jê dernakevin."

(mh)

ANHA