Rêveberiya Trafîka Hesekê: Qedexeya motorsîklêtan rewşa ewlehiyê baş kir

Rêveberiya Trafîkê ya Hesekê ragihand ku qedexeya motorsîklêtan heya radeyekê li ber dizî û şêlandinê girtiye û rewşa ewlehiyê baş kir.

Rêveberiya Trafîka Hesekê: Qedexeya motorsîklêtan rewşa ewlehiyê baş kir
12 hezîran, 2026   05:33
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Ji ber sûcên dizî, şêlandin û qezayên trafîkê ku li bajarê Hesekê zêde bûbûn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyoneke ewlehiyê da destpêkirin û di 3‘yê Hezîranê de biryara qedexekirina motorsîklêtan di nava bajar de ragihand.

Der barê encamên biryarê de, ji rêveberên Gerînendetiya Trafîkê ya bajarê Hesekê Ednan Remedan ji ajansa me re axivî.

Edanan Remedan diyar kir ku biryara qedexekirina motorsîklêtan wekî bersivdayîna rewşa ewlehiyê û sûcên ku ji ber bikaranîna motorsîklêtan çêdibin, hate dayîn. Remedan anî ziman ku piştî ragihandinê biryarê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) dest bi pêkanînê kir û binpêkirin tomar kirin, di encamê de hejmareke zêde ya motorsîklêtan hatin desteserkirin.

Ednan Remedan got operasyona ku bi beşdarî û hemahengiya di navbera saziyên ewlehiyê de wekî beşa sûcan, dezgeha ewlehiya giştî ku tîmên rewşên awarte hate pêkanîn, bi awayekî zelal rewşa ewlehiyê li bajar baş kir û sûcên bi sedema bikaranîna motorsîklêtan kêm kir.

Remedan di dewama axaftina xwe de anî ziman ku operasyon ne tenê girêdayî motorsîklêtan bû, lê di heman demê de camên tarî yên wesayîtan hatin rakirin ku hin caran di kiryarên dizî û şêlandinê de dihatin bikaranîn an jî dibû alîkar ku sûcdar nasnameyên xwe veşêrin.

Remedan diyar kir ku di operasyonê de çirayên zenon ji wesayîtan tên rakirin û got: "Ev çira xetereyan li ser ewlehiya trafîkê çêdikin, nemaze li ser rêyên sereke û di şevê de, ji ber ku ew dîtina ajokaran kêm dike û îhtîmala qezayan zêde dikin.”

Remedan da zanîn ku operasyon bi armanca xurtkirina ewlehiyê û parastina silametiya giştî dewam dike û bang li welatiyan kir ku ji bo serxistina operasyonê li gorî biryarên têne dayîn tev bigerin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêkanîna ewlehî û îstiqrarê berpirsyariyeke hevpar e.”

(bb)

ANHA