Koçberên Serêkaniyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

Bi sedan koçberên ji bajarê Serêkaniyê yên li kampa Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê dimînin ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwepêşandanek li dar xistin.

Koçberên Serêkaniyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Koçberên Serêkaniyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Koçberên Serêkaniyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Koçberên Serêkaniyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Koçberên Serêkaniyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Koçberên Serêkaniyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Koçberên Serêkaniyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Koçberên Serêkaniyê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
8 kanûn, 2024   16:14
HESEKÊ

Îro bi sedan koçberên ji bajarê Serêkaniyê li kampa Serêkaniyê ya bajarê Hesekê, ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û koçberkirina xelkê ji warên wan, li pêşiya navedna meclisa kampê xwepêşandanek li dar xistin.

Başdaran pankartên bi nivîsên “Şêniyên kampa Serêkaniyê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar dikin û banga alîkariyê ji bo koçberên Efrînê dikin” û “Em êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê me yên Şehba û Til Rifetê şermezar dikin“ , hildan û durişmên şermezarkirina dagirkeriya Tirk berz kirin.

Beşdarên xwepêşandanê li ber deriyê sereke yê kampê kom bûn.  Piştî deqeyek rêzgirtinê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Ebdulrezaq Ehmed axivî û got: “Em hilweşandina rejîma Beşar Esed li hemû gelê Sûriyeyê pîroz dikin û em hêvîdar in ku hemû koçber vegerin cih û bajarên xwe.

Ehmed bi tundî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di çarçoveya hewldanên xwe yên ji bo guhertina demografiya herêmê de gelê resen ji kantona Efrîn û Şehbayê koçber kirine.

Di berdewamiya axaftina xwe de Ehmed tekez kir ku divê Sûriye bibe welatê hemû gelên Sûriyeyê.

Xwepêşandan bi dirûşmeyên "şehîd namirin" û bangên ji bo yekîtiyê, bi dawî bû.

(k)