Çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo Rojava ragihandin

Çalakvan û jîngehparêzên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî êrişên dewleta Tirk a li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Suriyeyê şermezar kir û got: “Di encama êrişan de jîngeha herêmê wêran dibe.”

Çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo Rojava ragihandin
8 kanûn, 2024   16:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvan û jîngehparêzên Rojhilatê Kurdistanê di derbarê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi dirêjahiya sedsala borî li ser bingehê înkarkirina netewên din hatiye avakirin û niha jî bi rêya çeteyan hemû tûndûtijî û kiryarên xirab ên vê sedeyê girtiye ser xwe.

Di dewama daxuyaniyê de hatiye gotin ku dewleta Tirk di çend rojên borî de bi hinceta ‘rûbirûbûna terorê’ de terora herî mezin pêkaniye, xizmetê ji terorê re kiriye û serweriya xaka Suriyeyê binpê kiriye.

Di beşek din a daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku dewleta Tirk bi çêkirina bendava Ataturk a li ser çemê Dîcle û Firatê zererek mezin gihandiye xwezayê û bi hezaran kes bûne qurbaniyên vê xirabkirina jîngehê.

Di dawiyê de jî hat dogin: “Em êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Suriyeyê şermezar dikîn, piştgiriya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê dubare dikîn.”