Koçberên Serêkaniyê 175 şehîd bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê li Hesekê ji bo 175 şehîdên ku di mehên Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de şehîd bûne, merasîma bîranînê li dar xist.

Koçberên Serêkaniyê 175 şehîd bi bîr anîn
Koçberên Serêkaniyê 175 şehîd bi bîr anîn
Koçberên Serêkaniyê 175 şehîd bi bîr anîn
Koçberên Serêkaniyê 175 şehîd bi bîr anîn
Koçberên Serêkaniyê 175 şehîd bi bîr anîn
Koçberên Serêkaniyê 175 şehîd bi bîr anîn
Koçberên Serêkaniyê 175 şehîd bi bîr anîn
17 kanûn, 2025   14:07
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê ji bo 175 şehîdên ji bajêr ku di mehên Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de di dîrok û deverên cuda de şehîd bûne, li Navenda Çand û Hunerê ya Hesekê, merasîmeke bîranînê li dar xist.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Leylewa Hilal şehîdên azadiyê bî bîr anîn. Leylewayê got: "Tevî êş, trajediyan, salên koçberiyê û jiyana di konan de, em qet neşikestin û ne jî me ji rêya şehîdan paşve gav avêtin. Îradeya me nayê şikandin û em şehîdên xwe bi bîr tînin, ew di dilê me de mane, ji ber ku wan rêya rûmetê hilbijartiye.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hisên Selmo jî axivî û şehîd bi bîr anîn. Selmo destnîşan kir ku van şehîdan ne tenê ji bo Serêkaniyê, ne jî tenê li dijî DAIŞ`ê şer kir û şehîd bûn, lê belê wan li dijî her kesê ku hewl da zirarê bide ewlehiya herêmê û rûmeta gelê me li ber xwe da û tê koşiyan.

Selmo wiha lê zêde kir: "Gelê me yê li Serêkaniyê ji destpêka şoreşê ve bi berxwedana xwe tê nasîn û heta roja îro piştgirî da hêzên xwe yên leşkerî. Ev sal jî tijî berxwedanê bû û hêzên me karibûn hemû êrişan têk bibin. Nimûneya herî berbiçav a vê yekê şerê gel ê şoreşgerî yê li Bendava Tişrînê bû.”

Merasîma bîranînê bi pêşandana sînevîzyoneke wêneyên 175 şehîdan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(k)