Çeteyan bi darê zorê 21 teneke zeyt ji şêniyekî Efrînê standin

Çeteyên dewlata Tirk a dagirker bi darê zorê 21 teneke zeyt ji şêniyekî Efrînê standin.

Çeteyan bi darê zorê 21 teneke zeyt ji şêniyekî Efrînê standin
17 kanûn, 2025   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji Efrînê diyar kir ku muxtarê gundê Elî Garê yê girêdayî bajarokê Bilbilê yê Efrîna dagirkirî, bi darê zorê û bi piştgiriya çeteyan, 21 teneke zeyta zeytûnan ji şêniyê bi navê Şewqî Mihemed standine.

Ji dema ku bajarê Efrînê û gundewarên wê ji hêla artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, binpêkirinên li dijî şêniyan berdewam dikin. Çeteyên dewleta Tirk sûcên wekî girtin, îşkence û talana milkan bê navber didomînin.

(k)