Îsraîl ji bo operasyoneke li Başûrê Lubnanê li benda erêkirina DYA`yê ye

Dezgehên medyayê yên Îsraîlê aşkera kir ku ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî ya li dijî baregeheke Hizbullahê, Benjamin Netanyahu li benda erêkirina Donald Trump e.

Îsraîl ji bo operasyoneke li Başûrê Lubnanê li benda erêkirina DYA`yê ye
4 tîrmeh, 2026   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala 15 a Îsraîlê li ser zimanê çavkaniyan ragihand ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li benda erêkirina serokê DYA’yê Donald Trump e, ji bo ku operasyoneke leşkerî li dijî baregehên Hizbullahê yên li girên Elî Tahir ên li başûrê Lubnanê pêk bîne.

Li gorî çavkaniyan, Trump ji ber dan û standinên berdewam ên bi Îranê re daxwaza paşxistina operasyonê kir. Artêşa Îsraîlê texmîn dike ku di navbera 30 û 40 endamên Yekîneya Bedir a Hizbullahê de li wir hene.

Tevî kêmbûna êrişên hewayî yên Îsraîlê piştî peymana agirbestê ya dawîn, Îsraîl êrişan li dijî baregeh û binesaziya Hizbullahê pêk tîne.

(k)

ANHA