‘Xweparastin û şerê gel ê şoreşgerî bingeha birêxistinkirina civakê ye’

Şêniyên Tirbespiyê destnîşan kir ku xweparastin û şerê gel ê şoreşgerî ji bo parastina civakê û têkbirina hemû êrişan bingeha birêxistinkirina gel e.

‘Xweparastin û şerê gel ê şoreşgerî bingeha birêxistinkirina civakê ye’
3 kanûn, 2024   04:10
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Şêniyên gundewarên bajarê Tirbespiye yê kantona Cizîrê, der barê girîngiya şerê gel ê şoreşgerî de axivîn.

Welatiya bi navê Munîfe Seîd Cûma ya ji gundê Beyandûr der barê mijarê de got: “Xweparastin pêwîstiyeke jiyanî ye, weke her pêwîstiyeke din, bi rêya xwepastinê em dikarin civaka xwe, gundên xwe û welatê xwe biparêzin. Me dît çawa bê berxwedan çend herêmên Sûriyeyê hatine dagirkirin, ev tişt girîngiya parastin û xweparastinê diyar dike.”

Munîfe Cuma her wiha diyar kir ku jinên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bikaranîna çekan li gundên xwe tên perwerdekirin û dema pêwîst be derdikevin parastinê, ji ber ku ew dizanin ku bidesxistina azadiyê û parastina destkeftiyên şoreşa wan bi şerê gel ê şoreşgerî pêkan e.

Welatiyê bi navê Ayid Xelîl ê ji gundê Hilwa jî tekez kir ku perwerdekirina civakê li ser xweparastinê di demên borî de encamên erênî pêk anîne, ji ber ew êdî dikarin gundên xwe biparêzin û jêhatîbûna xwe di vî warî de pêş bixin.

Xelîl bang li pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku "Şerê gel ê şoreşgerî li hemû gund, tax û bajaran xurt bikin û li her komînekê dewreyên perwerdeyê bidomînin" her wiha bal kişand ku bi piştgiriya hêzên leşkerî dikarin ax û gelê xwe biparêzin.

Welatiya bi navê Muslima Hisên Bozo ya ji gundê Hilwa El Şêx ku cihê xwe di nava Hêzên Parastina Civakî de digire got: "Xweparastin bingeha avakirina civakeke demokratîk e ku bikaribe metirsiyên hundir û derve têk bibe û pêşî li hemû êrişan bigire.”

Muslima Hisên Bozo tekez kir ku pêwîste jin destê xwe bidin hev li ser rêgeza şerê gel ê şoreşgerî û xweparastinê weke rêbazeke bingehîn a jiyanê pêk bînin.

Ev helwesta gelê herêmê girîngiya hevgirtin û xweparastinê û hişyariya welatiyan nîşan dide.

Rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin da şerê gel ê şoreşgerî û der barê mijarê de dibêje: “Tu gumana me der barê pêwîstiya şerê gel ê şoreşgerî tune bû, pêvajoyek hat ku mirovan nikarîbû behsa nasnameyê bike, ne jî behsa azadiyê. Kurdistan hate dagirkirin, mirov dikare bi hinek rêbazên xurt xwe biparêze.”

(k)

ANHA