Berpirsê veguhastina pereyan ji bo rêxistina DAIŞ’ê hat girtin

QSD'ê ragihand ku DAIŞ’ê ku berpirsê veguhastina pereyan ji bo rêxistina DAIŞ’ê ye, li kampa Holê hat girtin.

Berpirsê veguhastina pereyan ji bo rêxistina DAIŞ’ê hat girtin
13 adar, 2025   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ên Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) di encama operasyonekê de ku di 12’ê Adarê li kampa Holê pêk aniye, çeteyê DAIŞ'ê yê bi navê "Selah Ebdullah El Ebid" (Ebî Ezawî) ê ji Iraqê, girt.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çeteyê girtî endamekî çalak ê rêxistina terorî ya DAIŞ'ê bû û berpirsê veguhastina pereyên rêxistinê ji bo Iraqê bû û bi serçeteyên li Sûriyeyê re jî di têkiliyê de bû.

Navendê aşkera kir ku QSD'ê soza domandina têkoşînê û şopandina şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê û parastina aramî û ewlehiya herêmê dubare kir.

(mh/fr)