‘Êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hewldana têkbirina ezmûna demokratîk e’

Şêniyên Girkê Legê diyar kir ku êrişa li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hewldanek ji bo têkbirina ezmûna demokratîk e û girtin û astengkirina şêniyên her du taxan jî nîşaneya kîneke mezin a li hemberî vê ezmûnê ye.

‘Êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hewldana têkbirina ezmûna demokratîk e’
19 cotmeh, 2025   05:55
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Şêniyên bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê nerazîbûn nîşanî ambargoya ku hêzên hikumeta veguhêz danîne ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û binpêkirinên li dijî şêniyên her du taxan şermezar kirin. Şêniyan da zanîn ku armanca ji van kiryaran têkbirina îstiqrara herêmê ye û derxistina fitneyan di navbera pêkhateyan de ye.

Hoşeng Elî got kiryarên hikumeta veguhêz îsbat dike ku hineke hene naxwazin sûriyeyî bi aştî û bi hev re bijîn.

Hoşeng Elî diyar kir ku revandina şêniyan û qutkirina rêyan ne tesaduf e, lê belê planeke ku armanc jê belavkirina tirsê û têkbirina ewlehiyê ye.

Hoşeng Elî anî ziman ku îradeya wan ji hemû hewldanên tirsandinê mezintir e û rê nedin tu bi destkeftiyên wan bilîzin.

Şêniyê bi navê Ebdulxenî El Henşer jî destnîşan kir ku hêzên hikumeta veguhêz hewl dide siyasetên xwe ferz bike ku şênî serî jê re bitewînin, moralên wan lawaz bike, zextên derûnî û madî li ser wan bike da ku wan neçar bike ku rewşê qebûl bikin. Ebdulxenî El Henşer banga berxwedanê û parastina destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Şêniya bi navê Îlham Îsamîl jî da zanîn ku revandin û tengavkirina şêniyan nîşana kîneke mezin a li hemberî ezmûna demokatîk e ku bi kedeke mezin, yekbûn û hişyariya gel hatiye avakirin. Îlham anî ziman ku dê rê nedin ev plan pêk werin.

Şêniyê bi navê Şakir Miftah jî got: “Tişta ku rû dide rasterast destkeftiyên gelan tên hedefkirin ku bi berdêlên mezin hatine bidestxistin.”

Şakir Miftah diyar kir ku ew ê siyasetên lawazkirina îradeya wan armanc dike qebûl nekin û got: “Em bi hêzên xwe û saziyên xwe re herêmên xwe biparêzin.”

Şakir Miftah di dawiya axaftina xwe de got, îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê j hemû hewldanên xirabkirina istiqrarê mezintir e, yekitiya civakê û kombûna wê ya li dora Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dê hewldanên derxistina tevliheviyê têk bibe.

(bb)

ANHA