Koçberên Efrîn û Şehbayê di navendên bicihbûnê de parastina xwe dikin

Koçberên ku bi darê zorê ji kantona Efrîn û Şehbayê derketine, bi awayekî komî xwe bi rêxistin dikin û bi şev û roj nobetdariyê dikin.

Koçberên Efrîn û Şehbayê di navendên bicihbûnê de parastina xwe dikin
11 kanûn, 2024   06:10
REQA

Koçberên kantona Efrîn û Şehbayê û Helebê yên di navendên bicihbûnê yên li kantona Reqayê de alîkariya hev dikin û ji bo xweparastinê bi şev nobetdariyê dikin.

Piştî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, xelkê li kantona Efrîn û Şehbayê, Heleb û Hemayê bi darê zorê ber bi kantonên Reqa û Tebqayê ve hatin koçberkirin.

Ji bo bicihkirina koçberan, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 240 navendên bicihbûnê li kantona Tebqayê û 60 li kantona Reqayê ku piraniya wan dibistan in, amade kirin.

Şêniyên her du kantonan bi sedan însiyatîf ji bo destekdayîna nêzî 60 hezar koçberan dan meşandin. Piraniya wan însiyatîfan komkirina cil û berg, xwarin, betanî û kel û pelên malê bûn.

Koçberên li navenda Dehmoş a başûrê kantona Reqayê xwe di koman de bi rêxistin kirin da ku alîkariyên Rêveberiya Xweser û yên şênî pêşkêş dikin li hev belav bikin. Her wiha bi şev û roj ji bo parastina xwe nobetdariyê dikin.

Koçber Leyla Mihemed û Ebdulqadir Mihemed ên ji kantona Efrîn û Şehbayê û Esmehan Cemîl a ji Til Rifetê xwedî li berpirsiyariya 55 kesan koçberên bi wan re, derdikevin.

Ev kom bi awayekî hevbeş pêdiviyên koçberan ji av, xwarin, betanî û alîkariyên bijîşkî ku Rêveberiya Xweser pêşkêş dikin, li koçberan belav dikin.

(fr)

ANHA