Firotin bi lîreyên Sûriyeyî, bace bi dolar e

Hikumeta demkî ya Şamê li ser bazirganan ferz dike ku kelûpelan bi lîreyên Sûriyeyî bifroşin, baceyan jî bi dolarê Amerîkî digire

Firotin bi lîreyên Sûriyeyî, bace bi dolar e
28 nîsan, 2026   03:25
ŞAM

Li Şamê rayedarên bazaran kontrol dikin, li ser hev bazirganên bazara elektronîkê ya El Behsa ceza dikin.

Rayedaran ji xwediyên dikanan xwest kel û pelên xwe bi lîreyê Sûriyeyê bifiroşin, ceza jî bi dolarê amerîkî girtin û dikanên hin bazirganan 3 rojan girtin.

Li gorî çavkaniyên ajansê bazara El Behsa piştî ku rejîma Baas hilweşiya bi qaçaxçîtiyê re geş bû. Bi taybet laptopên ku berê hatine bikaranîn û ji Dubaiyê tînin, bi dolar difiroşin.

Bazirgan dibêjin ew kel û pelên xwe bi dolar dikirin, nabe ku bi lîreyê Sûriyeyê bifiroşin. Yek ji bazirganên bazara Sarûca ji ajansa me re axivî û got: “Cara yekem dema ku muxalefet li me xistin, ji ber ku me kel û pelên xwe bi dolar difirotin. Rayedar ji me dixwazin ku em buhayan bi lîre û bi xetên stûr û zelal binîvîsin. Care duyemîn dema ku muxalefe li min xistin dikana min 3 rojan girtin. Muxalefeya sêyemîn jî; ji bazirganan xwestin fatureyên kirînê bidin wan.”

Heman bazirgan got ew rayedar ji bo ku bacan bigirin, wisa dikin. Her wiha da zanîn ku buha yan jî berjewendiyên welatiyan ne xema rayedaran e.

Bazirgan anî ziman ku berê ceza bi lîre dihat dayîn û dixistin sindoqa xezîneyê, lê niha bi dolar didin û nizanin ku ev pere bi ku ve diçin. Her çi qas belge hatine dayîn jî, wî piştrast kir ku çapkirina belgeyan ji bo her kesî peyda dibe.

Wezareta Aborî û Bazirganî ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi rêya daxuyaniyên xwe yên sala 2026`an îdia kir ku Rêveberiya Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezêxeran dewriyeyên xwe yên şopandina bazaran zêde kirine û ew dixwazin buhabûnê kontrol bikin.

(np)

ANHA