‘Ji bo mafên me werin misogerkirin, divê yekitiya me hebe'

Şêniyên bajarokê Til Marûf ji bo ku mafên Kurdan di destûrê de werin misogerkirin banga yekitiyê kir û got "Em ê bi ruhê berxwedana Rojava destkeftiyên xwe biparêzin."

‘Ji bo mafên me werin misogerkirin, divê yekitiya me hebe'
20 adar, 2026   03:45
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Şêniyên Til Marûf a girêdayî bajarê Tirbespiyê ji bo misogerkirina mafan girîngiya yekitiyê vegot û anî ziman ku dê yekitiya xwe xurttir bikin û li hember êrişan yekdest bin.

Mihemed Sedîq Sêfo got: "Em ji tevahî Kurdan hêvî dikin ku hevgirtina xwe xurt bikin û ji pêvajoya nû re hazir bin."

Sêfo destnîşan kir ku heger yek bin dê bikarin destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin û mafên xwe misoger bikin.

Welîda Hisên got: "Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin, bi taybet li Rojava ji bo ku em bibin bersiv ji vê pêvajoyê re, divê em yekitiya xwe xurt bikin û têkoşînê bidomînin."

Welîda îşaret bi berxwedana li Rojava kir û çawa ku Kurd li tevahî cîhanê ji bo Rojava rabûn ser piyan û got: “Li tevahî cîhanê Kurd û dostên wan li qadan bûn û piştgirî dan Rojava. Em hêvî dikin ku ev piştevanî û hevgirtin dewam bikin."

Silêman Hisên jî got: “Îro ji her demê zêdetir hewcedariya me bi yekitiyê heye. Di seferberiya giştî ya li Rojava de hat xuyakirin ku Kurd xwedî hêz in û yekdest in û li dijî qirkirinê serî rakirin.”

Silêman Hisên bang li tevahî Kurdan kir û got: "Dem dema hevgirtinê ye. Ji bo ku em mafên xwe di destûra Sûriyeyê de misoger bikin, divê em yekdest bin."

(bb)

ANHA