KNK`ê xwest Kurd li NY`yê bibin çavdêr, gelo pêkan e?

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) xwest ku gelê Kurd wekî neteweyek ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) were naskirin û pêşniyar kir ku statuya "çavdêr" bidin wan. Ev daxwaz bû egera gotûbêjên qanûnî û siyasî li ser mekanîzmayên nûnertiyê di nav rêxistina navneteweyî de. Ev tê çi wateyê? Û gelo bi rastî jî pêkan e?

KNK`ê xwest Kurd li NY`yê bibin çavdêr, gelo pêkan e?
15 hezîran, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO8

Di encamnameya piştî rûniştina 24`emîn a Civata Giştî ya KNK`ê, ku di 6 û 7ê Hezîrana 2026‘an de li Hollanda hate lidarxistin, KNK`ê daxwaza naskirina gelê Kurd wekî neteweyek û dayîna statuya "çavdêr" di NY`yê de kir.

Ev statu dê ji kê re were dayîn? Mekanîzma pêkanîna wê çi ye? Û gelo Kurd dikarin xwe li NY`yê bêyî dewletek temsîl bikin?

ENDAMETIYA NY`YÊ

Li gorî xala 4‘emîn a peymana NY‘yê, endamtî ji bo hemû welatên aştîxwaz ên ku erkên di peymana NY‘yê de qebûl dikin, biryarên rêxistinê qebûl dikin û dikarin van erkên xwe bicîh bînin vekirî ye. Welat bi biryarnameyek Civata Giştî li ser bingeha pêşniyarek ji Konseya Ewlekariyê bo endamtiya NY`yê têne qebûlkirin.

Aliyên serlêdana endametiyê dikin divê:

1. Dewletek be.

2. Aştîxwaz be.

3. Erkên ku di Peymana NY`ê de hatine destnîşankirin qebûl bike.

4. Bikaribe van erkan bicîh bîne.

5. Amade be ku vê yekê bike.

Ji ber vê yekê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) diyar kir ku ew ji bo gelê Kurd li NY`yê statuya çavdêr dixwaze.

STATUYA ÇAVDÊRÊ DAÎMÎ

Li şûna ku bibe endamek "temam" ê NY`yê, mimkun e ku statuya çavdêr were bidestxistin.

Ev statu bi tevahî li ser pratîkê ye û di Peymana NY`yê de tu bend der barê wê de tune ne.

Çavdêrên ku statuya dewletê nînin rêxistinên navneteweyî û saziyên din ên ku wekî dewlet nayên nasîn in dikarin bibin çavdêrên daîmî.

Gelek rêxistinên hikûmî yên herêmî û navneteweyî xwedî vê statuyê ne, di nav de Koma Dewletên Erebî, Yekitiya Afrîkayê, Yekitiya Ewropa, Rêxistina Dewletên Amerîkayê, Yekitiya Parlamentoyê ya Navneteweyî jî di nav de gelek rêxistinên hikûmî û yên herêmî xwedî vê statûyê ne.

NIMÛNEYÊN GELÊN KU HEMAN DAXWAZ PÊŞKÊŞ KIRINE

FILISTÎN: EZMÛNA HERÎ PÊŞKETÎ

Doza Filistînê mînaka herî berbiçav a gelekî bêdewlet e ku naskirina fermî ya navneteweyî bi dest xistiye. Di sala 1974‘an de, Meclisa Giştî ya NY`yê statuya çavdêr a Rêxistina Rizgariya Filistînê wekî nûnerê gelê Filistînê da. Di sala 2012‘an de, statuya Filistînê bilind bû bo "dewleteke çavdêr a ne-endam", û bû mînaka yekane ya gelekî ku hîn endametiya tam bi dest nexistiye, lê kariye nûnertiya fermî di nav rêxistina navneteweyî de bi dest bixe.

ÇARENÛSA PAŞGUHKIRÎ

NY hîn jî Sahraya Rojava wekî herêmên nexweser dibîne, di heman demê de Eniya Polîsario mafê xwerêvebirina gelê Sahrayî bi rêya referandûmek ji hêla NY`yê ve ku hîn nehatiye lidarxistin, dixwaze. Tevî ku Komara Demokratîk a Erebî ya Sahrayî ji hêla çend welatan ve hatiye naskirin, wê di nav NY`yê de endametî an statuya çavdêr bi dest nexistiye.

TAYWAN: HEBÛNA NAVNETEWEYÎ BÊYÎ KURSIYEK LI NY

Taywan rewşek taybet e, xwedî sazî û rêveberiyek dewletê ya de facto serbixwe ye, lê ji sala 1971`an vir ve, dema ku kursiya Taywanê ji Komara Gel a Çînê re hate dayin, ew li derveyî NY`yê maye.

KOSOVA: NASKIRINA NAVNETEWEYÎ YA NETEMAM

Kosova, ku di sala 2008`an de serxwebûna xwe ji Sirbîstanê ragihand, ji hêla zêdetirî 100 welatan ve tê naskirin, lê ji ber ku Konseya Ewlekariyê li ser endametiya wê li hev nekiriye, li derveyî NY`yê dimîne.

(k)

ANHA