Li Til Temirê xebatên kêmkirina agirên li zeviyên çandiniyê berdewam in

Tîmên awarte yên li bajarê Til Temirê hewlên xwe ji bo kontrolkirina şewatên li zeviyên çandiniyê didomînin. Meclîsa bajêr jî bang li şêniyan kir ku tedbîrên pêşîlêgirtinê bigrin.

Li Til Temirê xebatên kêmkirina agirên li zeviyên çandiniyê berdewam in
15 hezîran, 2026   07:43
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Li bajarê Til Temirê û gundewarên derdora wê di demên dawî de şewatên li zeviyên çandiniyê zêde bûne, ku di encamê de ziyanên mezin li berhemên genim û ceh çêbûne. Tîmên awarte û şênî hewlên kontrolkirina şewatan berdewam dikin.

Hevserokê Meclisa Bajarê Til Temirê, Xalid El Xelef diyar kir ku saziyên xizmetguzarî û îdarî yên li herêmê ji bo kontrolkirina şewatan di nava amadebaşiyê de ne. Her wiha diyar kir ku komîteyên awarte, tîmên agirkujiyê û saziyên din ên têkildar 24 saetan dixebitin da ku bi lez destwerdan bikin û aigran vemirînin.

El Xelef diyar kir ku germahiya bilind û berfirehbûna deverên çandiniyê di demsala çinînê de bûne sedema zêdebûna şewatan. Ev yek hevkariyek mezintir ji şêniyan û cotkaran hewce  dike da ku berhemên xwe biparêzin.

El Xelef siyar kir ku tîmên awarte di demên dawî de li çend gundên gundewarê Til Temirê bi dehan agir vemirandine. Lêbelê, hin ji van agiran ji ber belavbûna wan a bilez, ziyanên madî yên mezin li berhemên çandiniyê kirine.

El Xelef bang li şêniyan kir ku tedbîrên parasitinê bigrin, agir li nêzî zeviyên çandiniyê venexin, û alavên agirkujiyê yên bingehîn peyda bikin da ku alîkariya parastina demsala çandiniyê bikin.

(k)

ANHA