KNK’ê Cejna Êzî pîroz kir

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyekê Cejna Êzî li civaka Êzidî û tevahiya mirovahiyê pîroz kir û ev bang kir “Werin em bi hev re Şengalê ava bikin û bibin alîkar ku gelê me yê Êzidî bizivire ser axa xwe.”

KNK’ê Cejna Êzî pîroz kir
19 kanûn, 2025   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Cejna Êzî ya civaka Êzidî pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Îro cejn e, cejna Êzî ye, cejna avakirinê ye. Berî her tiştî em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistan-KNK, Cejna Êzî di serî de li Civaka Êzdiyan, li Gelên Kurdistanê û tevayî mirovahiyê pîroz dikin. Her wiha em hêvidar in ev cejn bibe wesîleya aştî, azadî û biratiya gelan.”

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Cejn di nava hemû baweriyan de xwedî cihekî watedar in. Cejnên Êzidiyan jî xwedî dîrokeke kevnar in. Dema mirov li dîrok û naveroka van cejnan dinêre, jiyaneke nû û pîroziyan tê de dibîne. Em Cejna Êzî, wek kevneşopiya xwedîderketina li bawerî û ҫanda welatê xwe dibînin.

Pîroziya van cejnan di dema îro de, ji her wextî bêhtir, ji bo bawerî û ҫanda Êzidiyatiyê hê watedar e. Ji ber ku ev ҫanda qedîm û ev bawerî bi her awayî di bin metisîyeke mezin de ye. Girîng e civaka Kurdên Êzidî û bi taybetî Êzidiyên derveyî welat, bawerî û çanda xwe biparêzin û xwedî lê derkevin.

Li ser Fermana 73’yan a ku li Şengalê pêk hatî yazdeh sal derbas bûne. Lê li Şengalê, li Efrînê û deverên din, gef, êriş û metirsiyên li ser gelê me yê Êzidî berdewam in. Dijminên gelê me xwe ji fermanên nû re amade dikin. Ji bo fermanên nû rû nedin divê hemî hêzên Kurdistanî hişyar bin û xwedî li bawermendên Êzidî derkevin.

Ev e 10 sal e ku Şengal hatî azadkirin. Lê mixabin koçberên Şengalê heta niha jî, bi temamî venegerîne ser axa xwe û weke tê xwestin Şengal nehatiye avakirin. Pêwîst e rewşa Şengalê bi awayekî taybet û hesas bê nirxandin. Parastin û avakirina Şengalê wezîfeya hemî hêzên Kurdistanî ye. Pêwîste xelkê Şengalê yê koçber bizivire ser axa xwe. Niha dem dema vegera welat e, dem dema avakirina Şengalê ye. Tê xwestin û pêwîst e nasmeya Êzidiyê li Şengalê bê parastin, pêwîst e gelê me yê Êzidî, bi awayeke xweser, ew xwe bi xwe rêve bibin.

Li ser vî esasî em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, bang li hemî gelê Kurdistanê, civaka Êzidî û dostên gelê me dikin, werin em bi hev re Şengalê ava bikin û bibin alîkar ku gelê me yê Êzidî bizivire ser axa xwe.

Bi van hêviyan em careke din, cejna Êzî li civaka Êzidî û tevahiya mirovahiyê pîroz dikin.”